Kongreya Star a Lubnanê: Komkujiya Şengalê şerma mirovahiyê ye

Kongreya Star a Lubnanê komkujiya Şengalê şermezar kir û diyar kir ku komkujiya ku li pêş çavên tevahî cîhan û civaka navneteweyî pêk hatiye, bêyî ku kes guh bidê, bûye daxmeya şermê di rûpelên dîrokê de.

Îro salvegera 6’an a komkujiya Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk anî. Bi vê boneyê Kongreya Star a Lubnanê li Beyrûtê daxuyaniya şermezarkirina komkujiyê bi beşdariya bi dehan endamên wê, da.

Enedama Kongreya Star Zeyneb Efrîn daxuyanî xwend û wiha tê de hat gotin:

"Em komkujiya li dijî Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ’ê de di 2014’an de pêk hatiye, şermezar dikin. Di encamê de şêniyên Şengalê şehîd bûn, bi hezaran koçber bûn, jin hatin tecawizkirin û li sûkan hatin firotin û zarok jî hatin revandin.

Ev sûc û komkujî li pêş çavên tevahî cîhan û civaka navneteweyî bêyî guh bidin qîrînên jin û zarokan, pêk hat û êdî daxmeya şermê li rûpelên dîroka mirovahiyê ye, hê jî beşek mezin ji jinan di girtîgehên zaliman de ne.”

Kongreya Star bang li tevahî jinan, bi taybet jinên êzidî kir ku hevgirtî bin ku van komkujiyan asteng bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din