​​​​​​​Kongreya Star a Efrînê amadekariyên konferansa xwe dike

Kongreya Star a herêma Efrînê amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn li kanotna Şehbayê dike.

Kongreya Star a herêma Efrînê amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn li kantona Şehbayê dike. Kongreyê di meha Tîrmehê de ji bo erkdarkirina berdevkên Kongreya Star û endamên rêveber ên komînan li navçe û bajarokan, rêzecivîn li dar xistin.

Li gorîn berpirsên Kongreya Star, di civînan de kar û xebatên rêxistinî yên du salan û astengiyên li pêşiya jinan derketin hatin nîqaşkirin. Her wiha pêşniyarên ku dê di konferansê de bixin dengdayînê hatin danîn.

Her wiha di wan civînan de du berdevkên Kongreya Star di her komînekê de tevî sê endamên rêveber di her bajaorkekî de hatin erkdarkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Fatme Silêman got: “Di meha Tîrmehê de li tevahiya komînan hilbijartin li dar ketin. Her wiha perspektîvên rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û rewşa rêxistinî hate nirxandin.”

Têkildarî hilbijartinan Fatme got: “Guhertinek mezin di mijra ji nû ve erkdarkirina berdevkên Kongreya Star de di her komînekê de çêbû. Di asta bajarokan de jî hilbijartin li dar ketin û sê endamên rêveber ji bo her bajarokekê hatin erkdarkirin. Jinan bi rêya sandoqan dengên xwe bi kar anîn.”

Fatme jinên ku bi ser ketine pîroz kirin û piştrast kir ku ev hilbijartin bi tevlibûnek mezin ji hêla jinan ve pêk hatin.

Piştî bidawîkirina tevahiya civîn û hilbijartinan, Kongreya Star amadekariyên lidarxistina konferansa xwe dike. Tê payîn ev konferansa di meha bê de li dar keve. Ji bo wê jî komîteyên amadekar ava kirin. Jê Komîteya Raporan, Komîteya Nivîsandinê û Komîteya Xemilandina hola Konferansê.

Di dawiyê de Fatme Silêman got: “Di konferansê de dê endamên rêveber ên Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê werin hilbijartin. Koordînasyona Kongreya Star ji 8 komîteyan pêk tê, aborî, perwerde, edaleta civakî, parastin, tenduristî, jina êzidî, Kevana Zêrîn û Meclisa Jin.”

şx

ANHA


Mijarên Din