Kongreya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê Minbicê bi dawî bû

Meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê Minbicê kongreya xwe li dar xist. Di dawiya kongreyê de 38 endamên meclisê hatin hilbijartin û encamnameya kongreyê hate xwendin.

Kongrê bi beşdarbûna bi sedan endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya bajar û gundên Minbicê, serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan, nûnerên Partiya Nûjen û Demokratîk û Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê li hola civînana  a Meclisa Qanûnsaz hate lidarxistin.

Kongrê bi diruşmeya "Sûriye demokratîk, ne navendî..Pêşxistina Rêveberiya Xweser..Xurtina Hêzên Sûriya Demokratîk" hate lidarxistin.

Kongrê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê partiyê Salih Hec Mihemed perspektîfên giştî yên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwend.

Hec Mihemed got:"Partiya Pêşerojê di pêvajoyeke hestiyar de hate damezirandin. Gelemperiya herêmê di nava alozî û şer de ye. Ji ber vê rewşê îmkar û derfetên têkoşîna ji bo gelan û hêzên azadîxwaz û demokrat derket. Dibe ev derfet di sedsalekê de carekê tenê peyda bibe."

Salih Hec Mihemed armancên partiyê xwendî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha peyamên pîrozkirina kongreyê hatin xwendin.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan axivî û anî zimam partî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li xaka Sûriyê red dike û bi hêza gelê Sûriyê bawer e ku dikare krîzan derbas bike û li hemberî dagirkeran bisekine.

Îbrahîm El-Qeftan got ew bi QSD'ê bawer in ku dê hertim bi gelê Sûriyê re be û li kêleka daxwazên wê be.

Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbtîsam Abdulqadir rapora kar û xebatên du salan a partiyê ya şaxê Minbicê xwendin. Der barê rapor û xebatan de nirxandin hatin kirin.

Piştî navberê, serokê Buroya Rêxistinî ya  Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Elî El-Hemîdî mekanîzmeya hilbijartinê diyar kir û komîteya serbixwe  ji bo çavdêriyê rêvebirina hilbijartinan û hijmartina dengdan vexwend.

Di encamên hilbijartinê de, Ezab Ebûd bû seroka meclisa Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya Minbicê, Îmad El-Mûsa jî bû cîgirê wê. Her wiha 33 endamên din û 3 endamên din wekî Komîteya Zabîteyê hatin hilbijartin.

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê Ezab Ebûd encamnameya kongreyê xwe xwend.

Kongrê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din