Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê îro dest pê dike

Piştî ku 13 panel li ser asta herêmê hatin lidarxistin, îro Meclisa Sûriya Demokratîk “Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê” li bajarê Hesekê li dar dixe.

Ji 11`ê Îlona borî ve Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dest bi lidarxistina rêzepanelan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tê de partî û blokên siyasî, rûspî, şêxên eşîrên herêmê, kesayetên siyasî yên serbixwe û kesayetên civakî beşdar bûn. Ew panel bi armanca lidarxistina kongreyeke nîştimanî ji bo hemû pêkhateyên herêmên Cizîrê û Firatê hatin lidarxistin.

MSD’ê di demên dawîn de li Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê 13 panel li dar xistin, her wiha panelek ji bo koçberan li dar xist. Di wan panelan de hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çerkes amade bûn.

Li gorî bernameya kongreyê û berpirsên MSD`ê, dê kongra saet di 10:00`an de dest pê bike. Tê payîn ku nêzî hezar kesayetên siyasî, şêxên eşîran, kesayetên civakî, serbixwe û rewşenbîr beşdar bibin. Dê çalakiyên kongreyê li gorî bernameya komîteya amadekar, bi rê ve biçin.

Dê kongra bi axaftina hevseroka MSD`ê Emîne Omer dest pê bike.Piştre dê bernameya kar ku MSD`ê pêşkêş kiriye, bê xwendin û nîqaş li ser bên kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din