Kongreya Munchenê… 'Dewletên ku çekan ji Lîbyayê re dişînin, divê hesab jê bê xwestin'

Beşdarên Kongreya Munchenê ya der barê Lîbyayê de, piştrast kir ku divê biryarên Kongreya Berlînê ku di 19`ê Çileyê de pêk hatiye, werin bicihkirin û da zanîn ku wan birêkirina çekan bi awayekî bejahî û deryayî şopandiye.

Beşdarên Kongreya Munchenê li ser pêkanîna agirbestê li Lîbyayê û qedexeya birêkirina çekan, tekez kir.

Her wiha beşdarên kongreyê, li ser binpêkirinên agirbestê û qedexeya rêkirina çekan û nexasim li paytext Terablûsê ku di rojên dawîn de careke din şer çêbû, nîqaş kir. Cîgirê nûnerê navneteweyî yê ji bo Lîbyayê got: "Divê dewletên ku biryara qedexekirina rêkirina çekan binpê dikin, werin muhasebekirin."

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Hieko Maas jî got: "Em dizanin ku qaçaxçîtiya çekan ji bo Lîbyayê di aliyê deryayî û bejahî de heye."

(kc)

 


Mijarên Din

Qanî serdana Iraqê kir