Bi beşdariya bi dehan endamên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk, ciwanan der barê lidarxistina kongreya xwe de daxuyaniyek ji raya giştî re da.
Daxuyanî li pêşiya navenda ciwanan a taxa Nasrayê ya Hesekê, ji aliyê serokê Buroya Ciwanan a Heyet Tensîq a Tevgera Guhartina Demokratîk Îsmaîl Henan ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di 12’ê meha Tîrmehê de, kongreya xwe ya yekemîn li dar dixe. Kongre bi armanca birêxistinkirina ciwanên li Sûriyê, da ku civaka exlaqî, siyasî û demokartîk ava bikin, divê ciwan bibin hêzeke bingehîn, her wiha pêşxistina mekanîzmaya xebata ciwanan û avakirina yekrêziya refa wan da ku Meclisa Sûriya Demokratîk ji hemû rêxistin û tevgerên ciwanan ên baweriya xwe bi projeya neteweya demokratîk anîne re, bibe sîwaneke bingehîn, hatiye ragihandin."
Di kongreyê de tevgerên ciwanan û ciwanên partiyên siyasî yên ku dê beşdarî kongreyê bibin, ev in: Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Yekîtiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Modernîteya Demokratîk, Partiya Muhafezekaran, Heyet Tensîq a Wetenî, Tevgera Veguhartina Demokratîk, Meclisên Ciwanên Kurd, Yekitiya Suryaniyan, Ciwanên Federal, ciwanên êzidî, Tirkmen, Çerkes, Ermen, ciwanên ji tevahiya Sûriyê, ciwanên Tevgera Civaka Demokratîk, Desteya Ciwan û Werzîşê û Desteya Erebî.
(eh)
ANHA