Kongreya Civaka Îslamî: Yekbûna gelan dewleta Tirk aciz kir

Kongreya Civaka Îslamî, da xuyakirin ku yekbûna gelên Bakurê Sûriyê di siya biratiya gelan de li cem dewlata Tirk a dagirker ne cihê rihetiyê bû, ji ber vê yekê jî şerek hovane derxist.

Şêniyên bajarê Qamişlo li ser banga Kongreya Civaka Îslamî, di saet 15:30 `an de li qada 12`yê Adarê ji bo nimêja esrê, kombûn.

Piştî nimêja esrê hat kirin, daxuyanî ji aliyê Hevserokê Kongreya Civaka Îslamî Mehmûd Xerzî ve hate xwendin.

Xerzî daxuyakirin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, karîbû di siya biratiya gelan de bi hemû pêkhateyên wê Misliman, Xiristyan, Êzizî, Kurd ,Ereb û wekî din jî, jiyaneke hevbeş bi hev re derbas bikin.

Xerzî her wiha got:``We bi hezkirin û yekbûna xwe parastina xak û rûmeta xwe kir û bi hev re we Hêzên Sûriya Demokratîk ji tevahiya mezheb û netewan ava kirin, ji ber vê ala berxwedanê hilbigrin.”

Xerzî wiha domand:`` Lê ev yekbûna we li ba dewleta Tirk û komên îslamiyên girêdayî wê, ne cihê rihetiyê bû ji ber wê jî dewleta Tirik bi hinceta ewlehiya netewa xwe şerekî zalim derxist.``

Xerzî ev yek jî anî ziman û got``mixabin ku Meclîsa Îslamî ya Sûriyê û koma Îxwan Mislimîn bi lez daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji vê şerê zalim re ragihand û ew şer rewa hesab kir.`

(rr)

ANHA


Mijarên Din