Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk bang li umeta îslamî kir

Têkildarî êrîşên muhteml ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Civaka Îslamî ya Demokartîk bang li umeta îslamî kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin.

Îro bi dehan endamên Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya Mizgefta Bedir a bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê beşdarî daxuyanî bûn.

Daxuyanî girêdayî êrîşên Tirkiyê yên muhtemel bû û ji aliyê endamê kongreyê Sînan Ehmed ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Bi navê Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrîşên muhteml ên dewleta Tirkiyê ên li ser hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û êzidiyan şermezar dikin."

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk bang li umeta îslamî kir û wiha da zanîn: "Ev umet bi vîn û israra xwe belav bû, da ku navê Xwedeyê dilovan bilind bikin. Edalet, aştî û hezkirinê belav bikin, tova wê jî yekitiya gotina navê Xwedê bû, ev jî hemû ji bo rizgariya mirovahiyê ye û vegotina peyva rast e."

Her wiha Kongreyê diyar kir ku niha dem, dema parvekirina rastiya birayên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Birayên ku parastina hemû pêkhateyan û neteweyan kir û êdî xak ji hemû penaberan ji parêzgehên Sûriyê û heta ji Iraqê re bû cihekî aram.

Kongreyê bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku der heqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi erka xwe rabin û li dijî êrîşan derkevin, ji ber ku êrîş tenê xizmeta dijminên îslamê dike.

Her wiha Kongreyê diyar kir ku saziyên olî û dewletên îslamî, heke beramberî êrîşan bê deng bimînin, dê hevkarên şerê dewleta Tirk bin û wiha dewam kir: “Li ser vî esasî em bang li hemû partî, hêzên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk yekrêz bin. Ji ber ku cudabûnê naxe navbera tu kesî. Her wiha em bang li gelê Kurd ê misilman ê li bakurê Sûriyê dikin ku li dijî dijminahiya Erdogan dakevin qadan."

(eh)

ANHA


Mijarên Din