Kongreya Berlînê qediya: Pirsgirêkên Lîbyayê di rojekê de çareser nabin

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel got, beşdarên lûtkeyê Berlînê ya derbarê Lîbyayê de li ser pêwîstiya rêzdariya ji qedexeya çek re û pêşxistina çavdêriyê di pêşerojê de lihev kirine.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di kongreyê çapamenî de encamên lûtkeya Berlînê ya girêdayî Lîbyayê ragihandin. Nûnerê NY`î yê Lîbyayê Xesan Selame, sekreterê girştî yê NY`î Antonio Guterres û wezîrê derve yê Almanyayê Haikou Mas tev li kongreyê bûn.

Angela Merkel got ku beşdarên lûtkeyê li ser pêwîstiya rêzdariya ji qedexeya çek re û pêşxistina çavdêriyê wê lihev kirine.

Angela Merkel wiha domand: "Pirsgirêkên Lîbyayê di rojekê de çareser nabin. Lê mirov dikare gavekê bavêje. Em bi prosesekê ve girêdayî ne û me li ser wê lihev kiriye."

Angela her wiha got: "Gelek nakokî di navbera aliyên aloziya lîbyayê de hene. Ew nebûn beşek ji kongrê lê ew li Berlînê bûn da ku bi danûstandinan bîne agahdarkirin."

Şêwirmenda Almanyayê ragihand ku komîteya leşkerî ya hevpar girêdayî agirbesta li Lîbyayê wê di hefteya bê de bicive.

Angela diyar kir ku li ser planek giştî û qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re û çavdêriyek bi hêztir lihev kirine.

Nûnerên Rûsya, DYA, Misr, Fransa, Brîtanya, Çîn, Almanya, Tirkiyê, Îtalya, Îmarat, Cezayir û Kongo, NY, Yekitiya Ewropaytê, Yekitiya Afrîkyayê û Komkara Erebî tev li civînê bûn.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din