Kongre Star: 'Êrîş ne tenê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ser tevahî jinan e'

Kongreya Star li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên li Bakurê Sûriyê daxuyaniyek da.

Dewleta Tirk ji 9'ê Cotmehê ve bi hemû hêza xwe êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, tevî ku agirbest ji 23’yê Cotmehê de hatiye îlankirin jî, lê heya vê kêliyê dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra êrişên xwe ranewestadine.

Li dijî kiryarên dewleta Tirk, îro Kongreya Star li Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê bi beşdarbûna bi dehan jin, daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama rêveberiya Kongreya Star Xedîce Asim ve hate xwendin.

Daxuyaniya Kongre Star wiha ye:

"Êrişên dewleta Tirk, çeteyên DAIŞ û El-Nusra tên wateya temamkirina hevpeymana Adana a ku di 1998’an de der barê dagirkirina 30 km ji xaka Sûriyê hatiye îmzekirin. Êrişên Erdogan ên bi balafir û topan li dijî exlaqê mirovahiyê ne. Tenê hedefgirtina zarok, jin, jinepîr, dibistan, nexweşxane û deverên ku sivîl lê kom dibin, bes nedît. Lê fosfora spî li dijî gel jî bi kar anî, mînaka wê jî zarokê bi navê Mihemed ku qêrîna wî li tevahî cîhanê belav bûye. Di heman demê de dewleta Tirk Efrîn dagir kir û demografiya herêmê diguhere, nîştecihên Idlib û Xûta lê bi cih kir. Niha dixwaze li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman tiştî bike.

Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra sivîl, siyasetmedar û şervanên YPJ ê hedef digre.  Arîn Mîrkan li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ çalakiyeke fedayî pêk anî û hêza jina Kurd ku teslîmiyetê qebûl nake, nîşanî cîhanê da. Li Efrînê jî Avêsta Xabûr mûhra xwe li dîroka rûreş da û got ez jina Kurd im, hember dagirkeriya we ez ê serî netewînim. Hevrîn û Amara jî di berxwedana Rûmetê de bûn şahidê hovetiya dewleta Tirk.

Pêwîst e civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan ên li tevahî cîhanê zextê li Dewleta Tirk bikin û Şervana YPJ'ê radestî hêzên YPJ`ê bike û eger tiştek jê were civaka navdewletî berpirsiyar e. "

Daxuyanî bi diruşmeya"Bijî Berxwedana Rûmetê"Hevrîn Namire" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din