Kongra Star: Tirkiyê dewleta herî zêde mafên jinan bin pê dike

Têkildarî êrişên polîsa dewleta Tirk li dijî xwepêşandanên jinan li Stenbolê ku bi boneya 25`ê Mijdarê derketin xwepêşandanê, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek da.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her tim pergalên faşîst û zordest vîna jinan dikin hedef da ku berdewamiya hebûna xwe misoger bikin.

Her wiha destnîşan kir ku êrişa polîsên Tirk li dijî xwepêndana li Tasîmê ya Stenbolê ku li ser bangewaziya Platforma 25`ê Mijdarê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li dar ketiye, destnîşan dike ku dewleta Tirk a dagirker yek ji dewletên herî zêde mafên jinan bin pê dike. Nexasim ji dema ku AKP`ê gihaştiye desthilatê.

Koordînasyon anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hesabê ji vîna jinan û rola wê di civakan de dike ji ber wê, şerê wê dike û mafên wê bin pê dike. Ji bo ku jinan ji têgîna xwebirêxistinkirinê dûr bixe, roj bi roj tundiya li dijî wê zêdetir dike.

Di dawiyê de koordînasyonê bang li hemû jinan li cîhanê kir ku li hember tundiya li ser jinan, fikr û baweriyên ku azadiya wê qeyd dikin, bibin yek. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, rêxistinên jinan kir ku destwerdanê bikin û sûcên ku AKP`ê li dijî jinan pêk tîne rawestînin.

ANHA


Mijarên Din