Meclisa Kongra Star der barê cenazeyê darvekirinê de ku dewleta Îranê dide xwepêşandan, bi taybet jinan daxuyanî da. Kongra Star bang li tevahî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û dostên wan ên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku li hemberî van sûcan têkoşînê xurt bikin.
Daxuyanî wiha ye:
"Tirsa rejîma Îranê ya ji îradeya jin û civakê êdî ketiya pêvajoyeke hîsterîk.
Li Îranê rojekê jî zext û sûcên qetilkirinê yên li dijî gel bi taybetî li dijî jin û zarokan ranewestiyane. Her kesên ku hewl didin ji bendên koletiyê rizgar bibin tên girtin. Dibe ku cezayên wan darvekirin be.
Rejîma Îranê ji rejîmên herî faşîst û terorîst ên bêmirovahî ye. Di qanûnên vê rejîma destpotî ya çewsîner yên li dijî welatiyan de cezayê darvekirinê yê herî sivik e.
Piştî qetilkirina jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve, bi hinceta ku li gorî qanûnên cilan ên komara îslamê yên ku azadiya jinan asteng dikin, kiryarên çewsîner ku rejîma Îranê pêk dianî û hîna jî didomîne gihiştine lutkeyê. Şehadeta Jîna Emînî bû sembola bexwedanê û çirûska serhildana gel a li hemberî rejîma meleyan. Vê serhildanê tirs û xof xist dilê rejîmê. Rejîma Îranê ji bo serhildana ku hêza ji felsefeya Jin, Jiyan, Azadî digire, vemirîne di nava hewldanan de ye. Ev rejîm guh nade daxwazên xwepêşanderan. Berovajî vê yekê hikumeta wê tundiyê bi kar tîne da ku xwepêşanderan bitirsîne û nehêle daxwazên mafên xwe yên sîstemeke adil, demokratîk a dûrî tundiyê bekin. Ji wê zêdetir vê rejîmê gelek binpêkirin kirin ku çewisandin zêdetir kir û ji çareseriyên siyasî dûr dikeve. Ev rejîm bi zihniyeta xwe ya heyî ve girêdayî ye ku li ser esasê zilmê ava bûye. Rejîma Îranê jin, mêr û zarok û hemû kesên ku destek dan serhildanê an jî beşdarî wê bûn, girtin û cezayê darvekirinê li wan dibire. Piştî darvekirina 4 ciwanên xwepêşander, ji zêdetirî 20 hezar xwepêşanderên girtî, zêdetirî 100 kes di nav de jin, di bin gefên darvekirinê de ne.
Tirsa dewleta Îranê ji îradeya serhildêran sînordar neme, lê gihişt pitikên di malzarokên diyikên xwe de yên ku hîna nehatine dinê.
Em Meclisa Kongra Star kiryarên rejîma Îran ên li dijî serhildêran û cezayê darvekirinê yên li dijî wan şermezar dikin. Îran yek ji dewletên ku bendên qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan îmze kirine ye, lê li gorî wê tevnagere.
Cezayê darvekirinê ya li jinên ducanî, îşekceyên fîzîkî, dirûnî û exlaqî yên di girtîgehên wê de sûcekî dermirovî ye. Tevahî ol û bawerî îşkencekirina mirovan û bêparhiştina wan ji mafê jiyanê heram dike.
Ruxmî bertekên piraniya saziyên mafên mirovan û gel ên li hemberî van cezayên bêserûber, lê rêjeya qetlkirin û îşekencekirinê dewam dike. Zêdekirî 488 welatî hatin qetilkirin û bi hezaran jî girtî ne. Her wiha bi sedan bi xetereya cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.
Tevî van kiriyaran serhildana Jin, Jiyan Azadî, berxwedan û têkoşîna ji bo armancên azadî, demokrasî û edaletê zêdetirî 115 roj in dewam dike.
Em Meclisa Kongra Star, bi rihê şoreşa jinan û wefedariya bi armancên şehîdan, em piştgiriyê didin serhildana Jin, Jiyan, Azadî.
Em bi hêvî ne ku bi pêşengiya jinên ciwan û jinan wê serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi ser bikeve û rejîma faşîst, erşê zulm û zordestiyê hilweşin.
Li ser vê yekê, em bang li tevahî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tevahî dostên wan ên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku ji bo parastina jiyana bi hezaran welatiyên girtî û jinên girtî yên di girtîgehên Îranê de yên ku hîna çarenûsa wan ne diyar e, têkoşînê berfireh bikin, çalakiyan bi awayekî berfireh birêxistin bikin. Ji ber ku tenê rêxistinkirina gel û têkoşîna wî ya hevpar rêya serketina hemberî destpotî û desthilatdariyê ye.
Her wiha em bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, cîhanî û xwecihî yên li Îranê dikin ku cezayê zalimane yên dadgehên dewletê qebûl nekin, ku nehêlin girtî parêzan bigirin. Ev bi xwe binpêkirineke eşkere li qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan ku li lîsteya reş a dîroka rejîma Îranê zêde dibe.
Ji bo rawestandina komkujiyên rojane, divê cezayên navneteweyî li dadgehên Îranê werin birîn, daxwazên xwepêşanderan werin bihîstin û hewla îslahê were kirin da ku aştî were mîsogerkirin.
Serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser ket û dê serkeftî bimîne heta ku azadiya civakî û azadiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê were mîsogerkirin. Bijî berxwedana gel. Hilweşe rejîmên faşîst ên desthilatdar."