Kongra Star li Hesekê akademiyek vekir

Kongra Star ji bo amadekirina kadroyan, yekemîn akademiyên perwerdeyên pispor vekir.

Kongra Star ji bo amadekirina kadroyên pispor li gorî têgeha netewa demokratîk, Akademiya Şehîd Zeyneb Saroxan li taxa Xiwêran a Hesekê vekir.

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, malbata şehîd Zeyneb Saroxan, nûnerên rêxistinên ijnan, endamên Kongra Star beşdar bûn.

Dayîka şehîd Zeyneb Saroxan Helîme Saroxan akademî vekir. Piştre endama rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Bêrîvan Yunis axivî û îşaret bi girîngiya akademiyê di pênasekirina têgeh û fikrê netewa demokratîk de, perwerdeyên fikrî yên jinan ku hewl didin ku azadiyê bi dest bixin û di zanista jinan û hevjiyana azad de lêhûr bibin, kir.

Xwişka şehîd Zeyneb, Leyla Saroxan axivî û behsa sûda van dewreyan li her kesî kir û got: “Dewreyên perwerdeyê, derbasî pêvajoyên girîng bûn di belavkirina zanist û zanîna felsefeya netewa demokratîk de û têkoşîna li hember fikrê kapîtalîst.”

Di dawiyê de Leyla destnîşan kir ku dewreyên li akademiyê, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, netewa demokratîk û biratiya gelan ji xwe re dike bingeh ji bo ku edaleta civakî bi dest bixe.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Welîde Bûtî axivî û vekirina akademiyê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinên pêşengên rêya azadiyê pîroz kir û diyar kir ku vekirina mîna van akademiyan li gel êrişên li dijî herêmê, gaveke mezin e û ji tevahî jinên têkoşer re, serkeftineke mezin e.

Akademî bi navê şehîd Zeyneb Saroxan ku hevseroka Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê bû. Tevî hevserokê nivîsgehê Yilmaz Şero di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de di 27`ê Îlona 2022`yan de şehîd bûbû.

(dm/şx)

ANHA


Mijarên Din