Kongra Star bi jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo gotubêjkirina sûcên destdirêjiya li ser jinan li herêmên dagirkirî, şerê taybet û mijarên din ên siyasî, civînên ku di vê çarçoveyê de li dar dixe, didomîne.

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 20'ê Gulanê ve dest bildarxistina civînan kir.

Kongra ji lidarxistina van civînan, armanc dike ku jinan di aliyê siyasî de bigihîne, maf û girîngiya xwe di civakê de nas bike û sûcên li herêmên dagirkirî li dijî jinan tên kirin, gotubêj bike.

Ji 20`ê Gulanê û vir ve, kongre rojane civînek bi komînekê re lidar dixe. Li gorî navenda ragihandinê ya kongrayê heta niha ji bingeha 21 komînan, civîn ji 3 komînan re li dar xistiye.

Civîna îro bi komîna Şehîd Hedar Efrîn e ku bi dehan jin û ciwan lê beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo got: "Em di qonaxeke hestiyar û girîng a têkoşîna gelê Kurd re derbas dibin, ku tê de hebûn û nebûna me diyar dibe."

Fehîme wiha domand: "Ev siyaset di serî de li dijî jinan û piştre li dijî Kurdan bi giştî ye û bi rêya jinan pêk tê."

JIN BINGEHA HÊZÊ NE

Fehîme bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û mafên zarokan li hember sûcê tecawizkirinê li zarokan li Efrîna dagirkirî şermezar kir û got: "Jin hêza rastîn ên civakê ne ji ber wê jî ew dixwazin îradeya jinan têk bibin."

Fehîme bal kişand ser siyasetên înkarkirina hebûna jinan yên bi navê adetan û wiha zêde kir: "Ev adet li pêşiya jinan astengî ne, bi navê adetan gelek jin hatin kuştin ku berî çend rojan jî jinek bi sedema ku wê nexwest bi pismamê xwe re bizewice hat kuştin."

Fehîme der barê hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de got: "Gelê Kurd ne li hêviya binketina Erdogan e, ji ber ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji 50 salan ve didome, em ê gavên xwe li gor bingeha berxwedan jiyan e biavêjin."

Di dawiya axaftina xwe de Fehîme destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de ye û got: "Her ku dijmin siyasetên xwe yên qirêj li dijî me giran dike, ewqasî jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike, ji ber ku dizanin ku dema ew bigihîje nav gelê xwe ew ê pirsgirêkên herêmê bi tevahî çareser bike."

Civîn bi banga bilindkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA


Mijarên Din