Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdan a li Rojava bi biryarên têkildarî dayik, hevser, zarok û birayên şehîdan bi dawî bû.

Bi dirûşmeya"Têkoşîna jina azad, parastina nirxên şehîdan û misogeriya şoreşa Rojava ye" vê sibê Konferansa Meclisa Jinan a malbatên şehîdên a li Rojava ya duyemîn li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

400 delegeyên ji navçe, bajarok û bajarên Rojava û nûnerên rêxistin û saziyên jinan ji herêmên Firat û Cizîrê  beşdarî konferansê bûn.

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Star axaftin hatin  kirin. Di axaftinan de îşaret bi têkoşîn û berxwedana jinan di Şoreşa Rojava de hatin kirin.

Paşê rapora du salan a kar û xebata jinên di Meclisa Malbatên Şehîdan de hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin û nîqaş li ser hatin kirin. Di nîqaşan de girîngî dan mijarên rêxistinkirina hemû jinan a di Meclisa Malbatên Şehîdan, perwerdekirin û vekirina projeyên aborî yên ji bo jinan, di hemû qadan de hîn zêdetir girîngiyê bidin zarokên şehîdan, nexasim di qada perwerdê de, piştre rêziknameya meclisa hate erêkirin.

Di konferansê de Meclisa Jinên Malbatên Şehîdan ji 8 endaman hate avakirin.

Konferans bi van biryaran bi dawî bû:

-Piştî girtina dibistanan, ji zarokên şehîdan re perwerdeyên xurtkirinê, perwerde, bîrdozî û xemrevînî werin vekirin.

-Akademiyên taybet bi hevser, dayik û xwişk û birayên şehîdan re werin vekirin da ku dewreyên fikirî, hunerî, pîşesazî bibînin.

-Kesên pirspor dewreyên pîşesaziyê bidin da ku karker xurtir bibin û projeyên biçûk ên aborî werin vekirin.

- Li tevahiya herêman di meclisê de komîteya giştî ya aborî û komîteyên aborî werin avakirin.

-Kargehên şêranî werin vekirin û ji bo firtona hilbirînên wê dikan werin vekirin.

-Pêşxisitna projeyên çandiniyê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din