Konferansa duyemîn a Kongreya Star dest pê kir

Îro bi dirûşma "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dawî li dagirkeriyê bînin û şoreşa jinan mîsoger bikin" şaxê Kongreya Star a kantona Qamişloyê konferansa xwe ya duyemîn li Hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdariya 120 delegeyan li dar dixe.

Piştî Kongreya Star li bajar, bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê rêzecivîn li dar xistin, îro li kantona Qamişloyê konferansa xwe ya duyemîn li dar dixe. Di konferansê de dê nîqaşa rewşa rêxistinî ya kongreyê, rola jinan li dijî gefên li dijî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nexasim gefên li dijî jinan, zehmetî û astengiyên Kongreya Star di pêvajoya du salên derbasbûyî de, plansaziya du salên pêş û avakirina meclisa Kongreya Star a Kantona Qamişloyê were kirin.

Konferans li bajarokê Rimêlanê û bi beşdariya 120 endamên ji bajar û bajarokên kantona Qamişloyê û gelek mêvanên ji saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Hola Konferansê bi wêneyên şehîdan hate xemilandin. Piştî rêzgirtinê, endama Rêveberiya Kongreya Star Mizgîn Ehmed axaftina destpêkirina konferans kir û di serî de konferans li rêber Abdullah Ocalan, li beşdaran û tevahiya şehîdên di rêya parastina jinan de gihaştine asta şehadetê pîroz kir. Mizgîn Ehmed got ku herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û li Rojhilata Navîn tevilê guhartin çêdibin.

Mizgîn Ehmed wiha axaftina xwe dewam kir: "Berxwedana mezin a li Heftanînê efsaneyên qehremî ên li dijî rejîmên dîkteror ên li herêmê zindî kir, jin beşdarî van berxwedanan bûn û hîn jî li tevahiya qadan berdêlan didin, fikir û felsefeya rêbertî di civakê de rolek da jinan, ji ber vê yekê divê di sedsala 21`ê de jin rola xwe bilîze û azadî û nasnameya xwe bi dest bixe, ji ber jin ji berê ve û heta niha parastina nirxên civakê dike."

Mizgîn Ehmed destnîşan kir ku firkir û felsefeya neteweya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re esas girt, gihaştiye qonaxeke pêşketî nexasim bi beşdariya jinan re. 

Rojevên konferans ji perspektîfên rêber Ocalan yên der barê azadî û rêxistinkirina jinan, xwendina rapora du salan û nîqaşa wê û di dawiyê de dê ji bo avakirina meclisa Kongreya Star hilbijartin li dar bikeve.

(eh)

ANHA


Mijarên Din