Konferansa duyemîn a kedkarên Cizîrê bi rê ve diçe

Kedkarên herêma Cizîrê vê sibê bi slogana "Em ê bi keda kedkaran civaka demokratîk ava bikin" dest bi konferansa xwe ya duyemîn kir.

Yekitiya Kedkarên herêma Cizîrê vê sibê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo, konferansa xwe ya duyemîn bi rê ve bir. Konferans, bi beşdariya 300 nûnerên hemû herêma Cizîrê û bi beşariya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi rê ve diçe.

Jinan bi cil û bergên xwe konferans xemiland, her wiha hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bijîşk Hisên Azam beşdarî konferansê bûn.

Li Navenda Mihemed Şêxo, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Parastina xak û rûmeta xwe bikin û dagirkeriya Tirkiyê têk bibin" hatin daliqandin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di konferansê de axivî û vekirina konferansê pîroz kir, her wiha hêvî kir ku konferans bi biryarên serkeftî ku xizmeta kedkarên li Bakurê Sûriyê bike, biçe serî û got di şoreşa Rojava de kedkar xwedî ked û têkoşîneke mezin in.

Hiso wiha got: "Îro dewleta Tirk li dijî me şer dike û da ku Bakurê Sûriyê dagir bike, li hincetan digere.”

Xerîb Hiso got wan êrîşî tu dewletên cîran nekiriye û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji ber ku xwedî hişmendiyeke faşîst e, vîna gelan napejirîne û rê nade projeya demokratîk li Bakurê Sûriyê bi pêş bike, her behsa "parastina sînorê xwe" dike."

Hiso di dawiya axaftina xwe de got: "Em banga parastina sînorê xwe dikin, ji ber ku dewleta Tirk ya cîrana me, dewleteke nîjadperest e, faşîst e û dixwaze zêdegaviyan li herêmê biavêje."

Konferans bi xwendina plansaziya kar û xebata Yekitiya Kedkarên Herêma Cizîrê berdewam dike. Tê payîn ku paşê rêziknameya yekitiyê were xwendin û bikeve dengdayînê. Di dawiya konferansê de jî dê hevserokên yekitiyê werin hilbijartin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din