Konferansa 2'yemîn a Tevgera Ciwanên Şoreşer bi dawî bû

Konferansa 2'yemîn Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Cizîrê bi biryaran avakirina meclisekê ji 30 endaman bi dawî bû.

Konferans bi xwendina rapora salane ya xebatên tevgerê ya herêma Cizîrê dest pê kir û nîqaş li ser heta kirin. Her wiha mijara şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker, pergelên kapîtalîst û dewletên herêmî li ser ciwanan dimeşîne hate nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin.

Pêşniyar di dawiya konfernasê de wekî biryar hatin destnîşankirin.

Ji biryarên ku hatine girtin;

-Bilindkirina asta têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

-Bi rihê gelên şoreşger ciwan werin birêxistinkirin.

-Rabûna li hemberî dagirkerî û şerê taybet ku li dijî ciwanan tê meşandin.

-Ciwan di nava komînan de werin birêxistin.

-Li hemû herêman, akademiyên perwerdeyê yên kurdî û erebî ji bo ciwanan werin vekirin.

-Beşdarkirina ciwanan di nava komîteyên parastina civakî.

-Qada werzîşê were pêşxistin û geşkirin. Her wiha koperatîfên aborî werin vekirin.

Di dawiya konferansê de 30 endamên rêveber ên meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Cizîrê hatin hilbijartin.

ANHA


Mijarên Din