Konê protestokirina dagirkeriyê li Minbicê di roja 12`yê de didome

Beşdarên konê protestoyê ya li bajarê Minbicê, tekez kirin ku dê têkoşînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bidomînin heta tevahiya xaka hatiye dagir kirin vegerînin.

Ev 12 rojin çaliyên konê protestoyê ya li navenda bajarê Minbicê hetiye danîn berdewam e, bi sedan endamên komîte û saziyên ser bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê, her wiha şêniyên bajêr û gundewarên wê berê xwe didin konê û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar dikin.

Çalakiyên roja 12`yê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Meclîsa Til Hozan, Munteda Kurdî û Ehmed El-Hesen axivîn û piştgiriya şêniyên Minbicê bi şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî re li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman, û hate gotin ku``Dagirkeriya dewleta Tirk dê li hemberî îrade û yekbûna pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişke û tevahiya xaka hatiye dagirkirin ji xwediyên wê re bê vegerandin.

Di konê de, sînevizyonek li ser sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê der heqê gelên herêma Serêkaniyê û Girê Spî hate pêşandan.

Li ser navê jinên Til Hozan jî Endama Kordînasyona Jinê ya Til Hozan, Elya Tean axivî û destnîşan kir ku jinê ji bo jiyaneka azad efsaneyên qehremaniyê pêşkêş kirirne û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir.

Hevserokê Komîteya Aborî ya ser bi Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Sebrî, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Mihemed Elî El-Ebo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî axivîn û destnîşan kirin ku ew daxwazkarên aştiyê ne û şer naxwazin û hat gotin êrîşên berberî yên dewleta Tirk gelên Sûriyê û erdnîgariya wê hedef digre.

Zarokê bi navê Ebdulezîz Ehmed jî axivî û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir ku zarokan , jinan, pîr û kalan dike armanc.

Çalakiyên roja 12`yê bi siloganên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din