Komxebata xwendekaran di roja yekemîn de bi dawî bû

Komxebata Xwendekarên Bakur Rojhilatê Sûriyê di roja yekemîn de bi dawî bû. Di komxebatê mîsyona xwendekaran di civînakê de hate nîqaşkirin.

Komxebata Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro di destên sibehê de bi beşdarbûna zêdeyî 100 xwendekarên astên navîn, peymangeh û zanîngehe, Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî dest pê kir. Bernameya roja yekem a komxebatê bi dawî bû.

Mijarên ku îro hatin nîqaşirin" Pênaseya xwendekar, rola wan di civakê de, hêviyên civakê ji xwendekarên, heta kijan redeye xwendekar nûnertiya rastîn a civakê dikin û erka xwe ya pêşeng pêk tînin, pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya xwendekaran derdikeve û li pêş birêxistinbûna wan dibin asteng."

Endamê Komîteya Amadekar Adil Ehmed axivî û got: "Roja yekem a komxebatê ji bo nîqaşkirina pênasekirina rola xwendekar di civînê de û hêviyên civakê ji xwendekaran bû. Nîqaşên ku derketin pêş rêbazên peydakirina rêya durist a pêşxistina xwendekaran û danasîna wan bi rola wan a di civînê de, xêzkirina rêya durist li pêşiya xwendekaran ji ya ku pergalên desthilatdar û kapîtalîzm xêz dikin dûrî. Her wiha mekanîzmeya perwerdeyînê li herêmê hatin nîqaşkirin."

Komxebatê dê sibe berdewam bike û 5 beşên sereke werin nîqaşkirin ku ew jî wiha ne; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazê tevlêbûna wan ji xebatê ku nûnertiya wan dike, beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê rewşa xwendekaran, rola xwendekaran di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tevlêbûna wan ji xebatên şoreşgerî re, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran destek da avakirina şoreşa fikrî û pêşketina wê, ji destpêka şoreşê û heta îro rewşa xwendekaran û xwendekar û nasnameya ciwanan.

ANHA


Mijarên Din