Komxebata jinên Şengalê sibê li dar dikeve

Komxebata yekemîn a jinên Şengalê bi slogana"Parastina rûmeta jinên şengalî, parastina hebûna jinan e" sibe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

Bi boneya salvegera 5`mîn a komkujiya Şengalê ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat û di encamê de bi deh hezaran êzidî bûn qurban, sibe li Hola Zana ya bajarê Qamişlo komxebata jinên şengalî tê lidarxistin.

Bi hevkariya Kongreya Star, Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star, Komîteya Jineolojiyê, Buroya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Desteya Jinan sibe bi beşdariya 125 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komxebata yekemîn a jinên Şengalê dest pê dike.

Komîteya amadekar diyar kir ku komxebat dê ji 3 mijarên sereke pêk were. Mijara yekemîn  dê li ser dîroka Şengalê, rola jinên Şengalê û sedema êrîşkirinê be.

Her wiha mijara duyemîn jî dê der barê rola Yekîneyên Parastina Jinan(YPJ), rola YPJ`ê di rizgarkirina jinên êzidî de, awayê xwebirêxistinkirinê da ku li dijî metirsiyan rawestin û bûyera 2014`an dubare nebe.

Xala sêyemîn û ya herî dawîn jî encamp û nirxandinên bîlançoya salên berê be, ji destpêka dagirkirina Şengalê heta rizgarkirina hemû qadan, nîqaşa rewşa jinên şengalî piştî şer û awayê xwebirêxistinkirina di aliyê mafnasî û civakî de.

(eh) 

ANHA


Mijarên Din