Komxebata jinên êlên Ereb tê lidarxistin

Rêveberiya Jinan li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazor bi dirûşma"Em bûn yek, bi ser ketin û em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin" komxebata jinên êlên Ereb tê lidarxistin.

Jinên êlên Ereb li herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê îro li Keleha Caber komxebata xwe li dar dixin. Nûnerên rêveberiyên jinan ên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, jinên êlên Ereb beşdarî komxebatê dibin. Komxebat li bajarê Tebqayê tê lidarxistin.

Ev komxebat di çarçoveya çalakiyên pêngava ku ji aliyê rêveberên jin ên li herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ku 27`ê Tîrmeha derbasbûyî hat destpêkirin, cara yekem e tê lidarxistin. Di pêngavê de çalakiyên cuda li dijî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

(bx)

ANHA


Mijarên Din