Komxebata jinên êlan mîsogeriya hevgirtina li hember dagirkeriyê kir

Jinên beşdarî Komxebata Jinên Êlên Erebî bûne, tekez kir ku lidarxistina komxebatên mîna vê, sepandina têkiliyên di navbera elên erebî, hevgirtin û yekitiya refan li hember dijmin an jî dagirkeriya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Komxebata jinên êlan a ku rêveberiyên jinan ên herêmên Teqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê duh li keleha Caber a dîrokî ya bajarê Tebayê li dar xist, ji nava rêzeçalakiyên ku Rêveberiya Jinan ji bo şermezarkirina dewleta dagirker a Tirk bi dirûşma "Me yekitiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin" dest pê kiriye.

Hin jinên beşdarî komxebatê bûne ji ajansa me re axivîn û beşdaran armanca vê komxebatê û bandora wê ya li ser jinên Ereb bi taybet, eşkere kir.

Sehîde Îshaq ji pêkhateya Çeçen e û wiha got: "Hedefa me ji beşdariya vê komxebatê,  pêkanîna hevgirtin û hezkirina di navbera jinên êl û pêkhateyan de ye. Ku gel hev girt, dê bikarin her gefek li ser herêmê çi Tirkiye dibe û çi jî ji bilî wê dibe, bisekinin."

Zehîde Îshaq pesna YPJ’ê da ku enerjiya erênî û moral li jinan vegerand. Ew jî bi sedema rewşên ku jin di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê de di ser herêmê re derbas bûne ku YPJ’ê bawerî di nav jinan de, piştî hatibûn paşguhkirin, çand.

Hena Derde jî ji pêkhateya Tirkmen a bajarê Minbicê ye û anî ziman ku hatina jinan ji tevahî herêman ji cîhanê re mîsoger dike ku jinên Firatî bi tevahî pêkhateyên xwe bi yekrefî û yekdestî bi jinên Sûriyê giştî re û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi taybet, li dijî dewleta dagirker a Tirk in. Her wiha bal kişand ser ku ew destwerdana derve qebûl nakin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din