komxebata diyalogên MSD`ê dest pê kir

Beriya niha komxebata 3`yemîn a diyalogan a Meclisa Sûriya Demokratîk li paytexta Almanya  Berlînê bi beşdarbûna 30 kesayetên ji opozîsyona Sûriyê dest pê kir.

Xebatên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ên lidarxistina komxebatên diyalogan li hundir û derveyî welat ji bo nêzîkbûna nêrînan û gihandina hemû aliyan û opozîsyona Sûriyê, nexasim kesayetên serbixwe, didome da ku nêrînên opozîsyonê bibin yek û kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyona demokratîk re were lidarxistin. Bi rêya nexşerêya ku ji komxebata diyalogên Sûrî – Sûrî ku di 18-19`yê Tîrmehê de li Kobanê hat lidarxistin, derket.

Îro komxebata diyalogên 3`yemîn ên MSD`ê li paytexta Almanya Berlînê bi beşdarbûna 30 kesayetên ji opozîsyona Sûriyê li Almanyayê, hevserokê MSD`ê Riyad Dirar, cîgira Hevserokatiya MSD`ê Mejdolîn Hesen, endamên komîteya amadekar a komxebata diyalogên meclisê li derve Elî Rehmûn û Hisên Umer, piştî her du komxebatên ku di 92 û 30’ê Hezîranê de û komxebata li Viyanayê di 12- 13`ê Tîrmehê de hatin lidarxistin, dest pê kir.

Di komxebatê de cîgira Hevserokê MSD`ê Riyad Dirar axivî û xêrhatine beşdaran kir. Dirar der barê bernameya xebatên komxebata diyalogê,  pênasekirina Rêveberiya Xweser û erkên wê de axivî. Her wiha nîqaşkirina nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê ku encama komxebata diyalogên Sûrî – Sûrî ya dawî ku li Kobanê hat lidarxistin bû ku hemû hêzên opozîsyona hundirê Sûriyê beşdarî wê bûbûn.

Di komxebatê de mekanîzmaya lidarxistina kongreyeke berfireh ji hêzên opozîsyonê yên demokratîk re û çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê re hatin nîqaşkirin.

Tê payîn ku komxebata diyalogê dê du rojan dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din