Komxebata der barê jinên Şengalê de bi dawî bû

Yekemîn komxebata diyalogê ya di salvegera 5`emîn a Komkujiya Şengalê piştî rûniştina mijara sêyemîn û xwendina pêşniyaran bi dawî bû.

Îro li hola Zana ya bajarê Qamişlo, yekemîn komxebata diyalogê ya di salvegera 5`emîn a Komkujiya Şengalê de bi dirûşma “Parastina rûmeta jinên şengalî, parastina hebûna jinan e” li dar ket. Komxebat ji aliyê Kongreya Star ve hatibû birêxistinkirin.

Di rûniştina sêyemîn a dawî ya komxebatê semîner ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, Rêvebera Meclisa Edaleta Jin Aynûr Paşa û endama Yekitiya Jinên Suryan Fofiya Yûsif ve hatin dayîn.

Foza Yûsif behsa "Qirkirina Spî" kir û got: "Ev cûreya qirkirinê hayê gelê Êzidî yê li derve jê nine, hemû dewletên derve deriyê xwe ji êzidiyan re vedike. Lê çima parastina êzidiyan li ser xaka wan nake û hewl nade ku wan vegerînin welatên û kesên hatin revandin rizgar bikin."

Foza Yûsif destnîşan kir heta niha hikûmeta Iraqê fermî îtîrafê bi hêzên parastina Şengalê nekiriye, rexmî ku van hêzan fedekariyeke mezin ji bo gelê kirine. Li aliyekî din jî aliyên ku qaşo banga mafên mirovan dikin di çarçoveya polîtîkeyên qirkirina spî der heqê vî gelê de wî teşwîqî derketina derveyî welat dike.

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Êzidî kir ku bi xak, çand û nasnameya xwe ve girêdayî bin, her wiha bang li civaka navdweletî kir ku gelê Êzidî biparêze û hikûmeta Iraqê neçar bike ku îtrafê bi hêzên parastinê yên Şengalê bike.

Sofiya Yûsif jî anî ziman ku jinan pêvajoyên herî dijwar ji zulm û kolekirin derbas kirin, jin ji mafên xwe yên rawa bêpar hatin hiştin.

Sofiya got ku "Çeteyên DAIŞ‘ê bi navê ola Îslamê komkujiyên hovane der heqê mirovahiyê de bi taybet li dijî jinên pêk anîn. Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel bi lez mûdaxele kir, korîdoreke mirovî vekir û bi hezaran Êzidî ji komkujiyan xilas kirin. Bi saya van yekîneyan gelê Êzidî û di serî de jin xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên leşkerî ava kirin, her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên DAIŞ‘ê ew revandibûn rizgar kirin."

Sofiya bang li jinên Êzidî kir ku zarokên xwe li ser rêgeza girêdana bi çandê ve perwerde bikin û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex jinên Êzidî ne, heta hemû jinên hatine revandin werin rizgar kirin."

Endama Meclisa Edaleta Jinê Aynûr Paşa pêşniyarên  komxebatê xwend.

Pêşniyar ev in:  

-Hesab ji hemû alî, kesayet û hêzên ku destên wan di komkujiya Şengalê de hene bê xwestin.

-Divê hemû rêxistinên hiqûqî, tevger û rêxistinên jinan bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Li Dijî Terorê bikin da ku dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê ava bike û destekê madî û manewî bidin jinên ku bûne qurbaniyên terorê, her wiha bixebite da ku jinan careke din tevlî civakê bike.

-Dewletên ku desteka dane terorê an jî teror jê derketina werin eşkerekirin û werin neçarkirin ku berpirsyartiya xwe ya li beramberî jinên ku bûne qurbaniyên çeteyan pêk bîne. Ji ber gelek zarok hene bavên wan DAIŞ‘iyên ji nasnameyên cûda ne û dayikên wan êzidî ne, malbatên wan jinan  zarokên wan DAIŞ‘iyan qebûl nakin û gelek jinan neçar man ku zarokên xwe terk bikin.

-Divê didewletên ku bavên wan zarokan nasnameya wan radikin, zarokan tevî jinên Êzidî bibin û nasnameya dewleta lê bidinê û hewl bidin tev li civakê bikin.

-Divê hemû tevger û rêxistinên jinanê îtîrafê bi Yekîneyên Jinên Şengalê wekî hêza parastina jinên Şengalê bikin, ji ber ne ji keda wan ba çeteyênê DAIŞ‘ê têk nediçûn û bi hezaran jin rizgar nedibûn."

ANHA


Mijarên Din