Komxebata berfireh a jinan di roja duyemîn de ye

Di roja duyemîn a komxebata  berfireh a jinan de, nîqaş der barê yekbûna keda jinan li Rojhilata Navîn, rehabîlîtekirina jinên ku zilma DAIŞ`ê dîtine û nexasim jinên di kampan de hate kirin.

Komxebata ku duh li bajarê Teqayê dest pê kiribû, di roja duyemîn de ye. Di roja duyemîn de, nîqaş der barê doza çareserî û pêşniyarên ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn hatin kirin.

Roja duyemîn a komxebatê, bi şîrovekirina aliyê sêyemîn ê komxebatê bi dirûşma “Doza jinan li Rojhilata Navîn” ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ve dest pê kir.

Lîna Berekat behsa qanûn û cezayên ku li ser jinên Rojhilata Navîn hatine ferzkirin, kir û got: “Ger jin şaşiyekê bikin, cezayên herî mezin li ser têne ferzkirin û heta niha jî ev ceza û qanûn li ser têne ferzkirin. Zîhniyeta baviksalar a serdest kokeke xwe ya kûr di çand û kevneşopa me de heye. Ger doza jinan di hemû aliyan de neyê çareserkirin, em ronesansê nas nakin û em ê her di cihê xwe yê paşketî de bimînin.”

‘Doza jinan doza mirovahiyê ye’

Lîna Berekat wiha li axaftina xwe zêde kir: “Doza jinan di civaka me de, di rewşa niha de ronîkirî û şoreşgerî ye, ji ber ku doza mirovahiyê ye û doza civakê li ser asta mirovahiyê bi giştî û nexasim civakî ye, doza demokratîk li ser asta siyasî ye, ji ber ku doza jinan doza pêşerojê ye, pêşeroja neteweya me û cîhanê ye.”

Endama Meclisa Qanûnsaz a herêma Tebqayê Hude Ewan jî axivî û wiha got: “Em wek jin divê keda xwe bikin û bi jinên Rojhilata Navîn re zêde bikin, ji bo rizgarkirina gelan û xebatkirina li ser stratejiya pêşerojê. Her wiha jinên ku ji bandora fikrên DAIŞ`ê lê bûye û nexasim jinên ku ji kampa Holê derketine, divê ew werin mulacekirin.”

Her wiha Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xedîce Mihemed jî axivî û bal kişand ser rewşenbîrkirina jinan û got: “Erka rewşenbîrkirina jinan û zanakirina wan, çeka herî xurt e ku jin pê parastina xwe û çand û fikrên xwe bikin.”

Di heman demê de endama Meclisa Leşkerî ya Reqayê Jin Rojava jî axivî û da zanîn ku divê jin perwerdeyên fikrî zêde bikin û wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ku “Jina azad civaka azad e.”

Tê payîn ku komxebat îro bi biryaran bi dawî bibe.

(kc)

ANHA


Mijarên Din