Komxebata berfireh a jinan bi dawî bû

Komxebata berfireh a jinan bi standina pêşbiryaran bi dawî bû.

Komxebata berfireh a jinan a li Tebqayê di roja duyemîn de bi standina biryaran bi dawî bû. Komxebat duh li navenda çand û hunerê ya Tebqayê bi beşdarbûna zêdeyê 200 jinan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiribû.

Biryarên di komxebatê de hatibûn girtin ev in:

"-Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi berpirsyartiya xwe ya mirovî rabin û sînorekî ji destwerdanên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê de deynin û Tirkiyê ji hemû herêmên dagirkirî ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, derxînin.

-Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê em banga avakirina dadgeheke navdewletî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ji ber ku çeteyan li vir sûcên mirovî bi taybet li dijî jinên Êzidî li vir kirin.

-Beşdarkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nivîsandina destura nû ya Sûriyê de da ku mafê wan misoger bike.

- Piştgirî bi hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê re yên ji ber şer di aliyê madî û manewî de ziyan dîtine, were kirin.

-Zêdekirina pêngavên zanistî û hişyarkirinê bi rêya lidarxistina komxebatan û vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo hemû beşên civakê (Jin û zilam).

-Jinûve perwerdekirina zarokan di dibistanan de, belavkirina fikrê demokratîk û tinekirina fikrê tundraw ku çeteyên DAIŞ‘ê di mejiyê zarokan de belav kiribûn.

-Ji pêşxistina rola jinan di warê aborî de divê projeyên taybet ji bo jinan werin vekirin.

-Danîna zagonên taybet ji bo jinên li hermên nû hatin rizgarkirin da ku mafê û azadiya wan werin misogerkirin.

-Piştgiriya jinên Efrînê.

- Ji bo rêgirtina li ber zewana di temenê biçûk de zêdekirina pêngavên hişyarkirinê.

-Veguhestina tecrubeya demokratîk û şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên herêmên derdorê û jinên cîhanê."

ANHA


Mijarên Din