Komxebata berfireh a jinan azarên jinan nîqaş kir

Komxebata berfireh a jinan ya ku îro li Navenda Çandî ya Tebqayê bi dirûşmeya ` Jin di dema şer de rastî û aso ne"` destpê kiribû berdewam e. Beşdarên komxebatê rewşa jinan beriya û piştî rizgarkirina herêmên ji DAIŞ`ê, rêbazên birêxistinkirin û karê jinê nîqaş dikin.

Bi tevlibûnek berfireh ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên MSD, jinên Êzidî û têkoşer Fedîla Tok a ku ji bo piştgiriya Leyla Guven 128 rojan di greva birçîbûnê de bû, komxebat bi şîrovekirina beşê yekemîn ji komxebatê bi navnîşan `Azarên jina Firatî beriya û piştî rizgarkirinê` destpê kir. Endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem El-Ebû di vî beşî de axivî.

Meryem behsa rola jinê ya rastîn di civakê de ya ku aştî û xêr diyarî mirovahiyê kiriye kir, her wiha behsa windabûna vê rolê bi zayîna zihniyeta mêrdestiyê re kir.

Di beşê yekemîn de ev tişt hate gotin: "Mêr ji ber ezeztiya xwe û ji ber têkçûna karînên xwe li hember karînên jinê, hesidî û jin wek dijmin ji xwe re hesiband. Ji ber wê dît ku divê jin were şikandin û bibe koleya desthilatdariya xwe ya faşîst. Bi vê yekê jiyan veguherandin rengên kuştin û wêranî der heqê jinê de û bi saxî jin defin kirin."

Meryem di berdewama axaftinên de gelek mînakên girêdayî şertên birêxistinkirin û karê jinê bi bîr xistin weke avakirina yekitiyên jinan ên têkildarî karûbarên jinê û beşdarkirina jinan di her qadan de da ku rola xwe pêk bînin.

Her wiha Meryem azarên jinan di dema dagirkirina DAIŞ`ê de ji herêmê ji aliyên manewî û bedenî ve diyar kirin. Meryem destnîşan kir ku jin hate celdkirin, destavêtin, sebîkirin, di nav sûkan de hate firotin, bi taybet jina Şengalê.

Têkildarî çareseriyan û pêşniyaran da ku ev kêmasî werin derbaskirin, Meryem got divê hemleyên perwerdekirina jinan ên ku di dema û piştî hiweşîna DAIŞ`ê de mane zêde bibin, bi taybet jinên ku bi fikrên DAIŞ`ê bi bandor bûne. Tevî tundrewiya fikrî ya li cem zarokan bi rêya teşwîqkirina wan da ku derbasî dibistanan bibin û xwendina xwe berdewam bikin.

Piştî ku Meryem El-Ebû ew beş bi dawî kir, endama Meclisa Eştarê ya Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Fedîla Tok axivî û kêfxweşiya xwe bi tevlibûna tevlêbûna mezin a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komxebatê de di bin banekê de anî ziman.

Fedîla tekez kir ku doza jinê li tevahiya cîhanê yek e, bi taybet Rojhilata Navîn û wiha domand: "Divê jin azarên xwe parve bikin û ji bo rê li pêşiya zihniyeta mêrdestiyê bigirin û tune bikin hevgirtina xwe ava bikin"

Piştre jinên beşdar nêrînên xwe girêdayî mijarê vegotin, endama rêveber a Komîteya Perwereyê ya Kongreya Star a kantona Kobanê Felek Yûsif tekez kir ku jin bûye qurbana şerên domdar ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane û îşaret bi qenciya mezin a YPJ`ê ya ku ev trajedî bi dawî kiriye, jin rizgar kir û isbata wê jî lidarketina komxebatê ye.

Endama rêveber a komeleya piştgiriya jina Êzidî Rîham El-Hesen rewşa jinên Êzidî destnîşan kir bi taybet piştî bûyerên Şengalê di 2014`an de û binpêkirinên der heqê jinên êzidî de rû dane ji revandin, destavêtin û çawa jinên Êzidî ji bo ku nekevin destê DAIŞ`ê xwe darvekirine. Rîham banga lidarxistina gelek komxebat û kongreyan kir heta ku jin bi fikra azad xurt dibe û dikare li hember tevhiya astengiyan bisekine bi taybet zihniyeta mêrdestiyê.

Komxebat dê sibe bi pêşbiryaran bi dawî bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din