​​​​​​​Komîteyeke navneteweyî: Enqerê 15 hezar çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê

Komîteya Cezayan a navneteweyî ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Komîteya Cezayan a navneteweyî ragihand ku Enqerê di navbera 7 hezar heta 15 hezar çeteyên Sûriyê şandine Lîbyayê.

Komîteyê di rapora xwe de diyar kir ku ji ber binpêkirina qedexeya çekan, Lîbya veguheriye qadeke mezin a çekan.

SOHR roja Pêncşemê ragihandibû ku dewleta Tirk çeteyên Sûiyê yên alîgir dişîne Lîbyayê da ku li rex komên Wîfaq şer bikin.

Li gorî deteyên SOHR ê heta niha 16 hezar û 500 çeteyên Sûriyê di nav de 350 zarokên di bin 18 saliyê de gihaştine Lîbyayê. Li aliyekî din derdora 5 hezar û 850 çeteyên Sûriyê ku peymanên wan xilas bûne vegeriyane Sûriyê.

(şx)


Mijarên Din