Komîteya Zimhêrê ya Dirbêsiyê xebatên xwe di nav sûkan de zêde kirin

Ji ber keysbaziya bazirganan û muxelefkirina lîsteyên buhayan ên Komîteya Zimhêrê, buhayên kel û pelan li sûkên navçeya Dirbêsiye zêde bûne. Ji bo şopandina rewşê komîteyek hate avakirin û 95 muxelefe hatin zehftkirin.

Piştî daketina nirxê lîreya Sûriyê, buhayên kel û pelan li sûkên navçeya Dirbêsiye zêde bûn. Ji ber wê welatî bi gilî û gazinc in.

Di dema dawî de nirxê dolar gihaşt zêdetirî 3 hezar lîreyên Sûriyê. Lê piştre ew nirx hinekî daket. Tevî wê jî bazirgan û xwediyên dikanan madeyan bi heman buhayên bilind difiroşin.

Şêniya bi navê Helîme Silêman got: “Em dizanin ku buhayê madeyan bi dolarê ve girêdayî ye. Tevî nirxê dolar hinekî daket jî lê xwediyên dikanan madeyan mîna ku dolar hîna bi 3 hezarî be, difroşin.”

Şêniyê bi navê Hesen Omer jî got: "Di vê dawiyê de ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramberî lîreyê Sûriyê, gelek dijwar e ku em pêdiviyên jiyanê yên pêwîst peyda bikin, nexasim li gel keysbaziya xwediyên hinek dikanan. Ew buhayê madeyan bilind dikin. Lê dema nirxê dolar daket, em dibînin ku buhayên madeyan neguherîn. Ji bo me ev pirsgirêk gelekî mezin e. Em bi hêvî ne aliyên têkildar wê çareser bikin."

Komîteya Zimhêrê ya navçeya Dirbesiye ya kantona Hesekê rojane, di nav sûkan de digerin da ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin. Her wiha komîteyek taybet ji bo giliyên welatiyan ava kir. Li ser wê muxelefe tê zeftkirin an jî bazirgan tê muxelefekirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Zimhêrê ya navçeyê Henen Yunis diyar kir ku ew rojane lîsteyên buhayên madeyên xwarinê derdixînin. Li gorî bazirgan û froşkar ên ku derveyî lîsteyê difiroşin muxelefe dikin.

Derbarê muxelefeyên ku di meha borî de hatine zeftkirin Henen got: "Di Hezîranê de me 95 dikan muxelefe kirin. Tevî ku me hinek madeyên demborî desteser kirin û îmha kirin."

Komîteya Zimhêrê ya Dirbêsiye tîmên taybet ên ku ji 4 endaman pêk tên, ava kirin da ku giliyên şêniyan pêşwazî bikin, hema yekser mudexele bike û tedbîrên pêwîst li dijî muxelifkeran bigire.

Henen bang li welatiyan kir ku giliyên xwe bigihînin Komîteya Zimhêrê ya Dirbêsiye da ku ewlehiya buhayan dabîn bikin û rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din