Komîteya Zimhêrê 5 tonên madeyên demborî şewitandin

Komîteya Zimhêrê bi hevkariya bi Gerînendetiya Zimhêrê ya Hesekê re 5 tonên ji madeyên demborî şewitandin. Komîteya Zimhêrê ew made di gerên xwe yên li sûk û dikanên bazirganiyê de girtin û gelek dikan ceza kirin.

Li ser giliyên şêniyan ên der barê bihabûn û keysbaziya madeyên xwarinê li sûkên bajêr de, Komîteya Zimhêrê ya Hesekê gerên xwe li sûk, dikanên bazirganî û depoyên li sûka sebze ya li taxa Mişêrfe zêde kirin.

JI BO GERÊN ŞEV Û ROJ LI SÛKAN TÎMEK HAT DIYARKIRIN

Gerên komîteyê saet ji 8’ê sibehê heta 3’yê berêvarê dest pê dike. Her wiha tîma taybet a awarteyan jî ku gerên şev û roj bikin û yek din jî li sûka sebzeyan a navendî bike heye. Her wiha tîmek din jî ya taybetiya firnên giştî û taybet heye ku pîvana nan û başbûna wê keşf bikin.

Komîteya Zimhêrê hemleya xwe ya yekemn di 17’ê Gulana 2020’an dest pê kir, her wiha di wê demê de ji 15 tîm an jî koman pêk dihat. Her komek ji 5 endamên ji komîteyên Zimhêrê yên Qamişlo û Hesekê pêk tê. Gerên wan li nava dikanên bazirganî yên li sûkên bajêr in, jê xwaringeh, dikanên madeyên xwarinê, cil û pêlavan.

5 TONÊN MADEYÊN DEMBORÎ DI GERAN HATIN GIRTIN

Komîteyê di gerên li sûkan de piştî rojên cejna Qurbanê li gel tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtin.

Piştî komîteyê madeyên demborî yên li dikanên bazirganiyê girtin, gelek ceza li dikanan birîn.

Madeyên ku Komîteya Zimhêrê yên demborî ku îro şewitandine mîna dims, rêçel, tirşo, biharat, zehter, qutî, piskewît, çayê, zeytên giya, şîrê zarokan, şerabên gazê û madeyên estetîkê. Her wiha ev made bi beşdariya parêzerê gerînendetiya zimhêrê li kantonê hatin şewitandin.

HEDEF JI ŞEWITANDIN Û GERAN PARASTINA MEZAXTVANAN E

Hevserokatiya Komîteya Zimhêrê ya Hesekê Basil Emîn got hedef ji gerên li sûk, dikanên bazirganî, desteserkirina madeyên demborê û şewitandina wan, parastina mezaxtvan û tenduristiya wan e.

Basil Emîn bang li şêniyan kir heke we tu muxalefe û keysbazî dît, giliyên xwe pêşkêşî Komîteya Zimhêrê bikin.

Komîteya Zimhêrê ya Hesekê di gerên rojên cejna Qurbanê de zêdetirî deh caran dikanên li sûkên bazirganî û sebzeyan ceza kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din