​​​​​​​Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê: Seyîdxanê Boyaxçî ji bo dengbêjên ciwan kedeke mezin da

Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî bi bîr anî diyar kir ku “Bi stranên xwe dengbêjî bi ciwan û nifşên nû da hezkirin û ji bo ku dengbêjên ciwan bi pêş bikevin jî bû xwedî kedeke mezîn.”  

Komîteya Tev-Çandê ya PKK’ê bi peyameke nivîskî dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî bi bîr anî. Di peyamê de wiha hate gotin:

“Dengbêjê nemir Seyîdxanê Boyaxçî di 87 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Bi çûndina ser dilovaniya xwe em û hemû guhdar û hezkiriyên xwe di nav xemgîniyeke kûr de hiştin. Bila ruhê xwe şad, cîhê xwe bihûşt be.

Dengbêjê nemir Seyîtxan Boyaxçî di temenê xwe yê dirêj de wekî însanêkî sade û bi keda xwe jiya. Bi kilam û stranên xwe tenê li çanda xwe xwedî derneket, heman demê de ji bo ku çand û hunera gelê Kurd mayînde bibe, bigihêje nifşên bi dehan salan, hewl da, kar û xebateke mezin meşand. Jiyaneke sade û li durî taybetmendiya jiyana dengbêjiyê neborand. Wekî ku tê zanîn, rêka dengbêjên nemir di rêka mal û milkê dinê re derbas nabe, di rêka manewî, di rêka ruhê gel re derbas dibe, bi temamî li gor karektera dengbejiyê, li gor awazên di dengbêjiya xwe de tînin ziman, dijîn. Seyîtxan Boyaxçî jî ji vê pîvanê dûr neket, heya dawiya emrê xwe bi heman şêwazê jiya. Ji xwe re nekir armanc ku rastî û heqîqeta dengbêjiyê dûr bikeve. Di awazên xwe de, di stran û kilamên xwe de çi digot, bi wî rengî li pêy qulingê xwe firî û jiya. Heya roja ku here ser dilovaniya xwe jî bi dengê xwe yê zelal stran û kilamên xwe yên ku her dem di guhên me de olan bidin, stra û qîriya.

Ne zilm û zora dijmin, ne derfetên kêm ên jiyanê, ne jî xwestekên derî xwestên gelê Kurd, tiştekî nikaribû pêşî li dengbêjiya Seyîtxanê Boyaxçî bigire. Tenê nedistira, di heman demê de ji bo ku ew çanda gelê Kurd a qedîm her bijî jî çi ji dest hat, ew kir. Bi stranên xwe dengbêjî bi ciwan û nifşê nû da hezkirin û ji bo ku dengbêjê ciwan bi pêş bikevin jî bû xwedî kedeke mezin. Dîmenên wî yê bi gêncekî 12-13 salî re, li hevşa Navenda Çand û Hunerêy a Dîcle-Firatê wê qet neyê jibîrkirin, wê di mêjiyê gelê me de her zindî bimîne.

Bila serê gelê Kurd sax be, bila cîhê te di nav stranên dengbêjiyê de be, bila cîhê te bihûşt be.”

Seyîdxanê Boyaxçî duh li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest dabû.    

ANHA


Mijarên Din