Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê semînerên xweparastina ji Koronavîrusê li dar xistin

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê têkildarî tedbîrên xweparastinê ji pandemiya Koronavîrusê semîner ji malbatên xwendekaran re ku dê ji herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de vegerin malên xwe, orgenîze kirin.

Li ser bangewaziya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê bi sedan malbatên xwendekarên amadehiyê bi her du beşên xwe yê wêjeyî û zanistî li dibistanên Xesaniyê, Qasim û Urûba kom bûn.

Tîmên taybet ên Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê çavdêriya dayîna  semînerên girêdayî tedbîrên hişyariyê kir. Tîmên tenduristiyê di semîneran de pêwîstiya dan û standina cidî bi xwendarên ku vedigerin malên xwe û baldariya ji îhtîmala vegirtina vîrusê destnîşan kir.

Her wiha belavokên girêdayî girtina tedbîrên xweparastinê û rêbazên karantînaya malê li malbatan hatin belavkirin.

Hikumeta Sûriyê di hefteya borî de ragihand ku hejmara nexweşên Koronavîrusê rojane bilind dibe. Li gorî daneyên dawîn ên roja înê 22 kes nexweş bûne. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 394 kesan û 16 kes mirine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din