Komîteya Sotemeniyê ya Reqayê mazotê li şêniyan belav dike

Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi belavkirina  mazotê li meclisên gel û komînên li Reqa û gundewarên wê kir da ku ew jî li şêniyan belav bikin.

Ji bo amadekariya ji demsala zivistanê re, Komîteya Sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê kir, komîteyê ji her lîtreyekê re 75 lîreyên Sûriyê diyar kir, piştî ku Rêveberiya Sotemeniyê ya Giştî di Rêveberiya Xweser de 51 milyon lître ji bo şêniyên herêma Reqayê diyar kir.

Belavkirina mazotê ji taxa Muxtelîta ya li rojhilatê Reqayê ve dest pê kir. Komîteya Sotemeniyê mazotê radestî meclisên gel dike da ku meclis jî li komînan bi rêya lîste û daneyên ku berê amade kiribûn, belav dike û ji her malbatekê re 400 lître dikeve.

Endamê rêveberiya Komîteya Sotemeniyê ya Reqayê Setam El-Hesen got: "Belavkirina mazotê dê heta ku hemû malbatên herêma Reqayê mazotê bigirin, dewam bike. Îsal zû mazot hate belavkirin, ji bo ku hemû malbat mazota xwe wergirin."

Hêjayî gotinê ye ku Gerînendetiya Sotemeniyê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 51 milyon û 200 hezar lître mazot ji herêma Reqa û gundewarên wê re diyar kir.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din