Komîteya şaredariyan a Dêrazorê dest bi pêkanîna projeyên xwe kirin

Komîteya Şaredarî û Rêveberiya Hêrêmî ya Meclisa  Sivîl a Dêrazorê îro bi hevkariya şaredariyên gundên li aliyê rojhilat girîngtirîn projeya xwe ya ziftkirina rêya di navbera bajar û gundên gundewarên rojhilatê de, heta bi rêya Reqayê kirin.

Xebata ziftkirinê ji gundê Behrê yê rojavayê bajarê Hecînê dest pê kir û heta bi Baxiranîc, Ebû Hemam û bajarokê Tiyanê wê dewam bike. Projeyê dê 40 km zift bike û ev rê herêmên navborî bi rêya giştî ya digihêje herêmên Reqayê ve girê dide.

Piştî rêya El-Behra û Tiyanê bi dawî bibe ew ê dest bi ziftkirina rêya navbera bajarokê Hecînê û bajarê Baxozê yên li rojhilatê gundewarên Dêrazorê ne bikin. Ev rê xizmeta rêya gundên Ebû Hesen, Şeafa û Sûsê jî dike. Rêyên navborî dê bi dirêjahiya 60 km werin ziftkirin

Di vê çarçoveyê de rêveberê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Feniyê ya Şaredariya Gel a Hecînê Abdullrehman Dixîfîc bal kişand ser girîngiya vê projeyê, ji ber gundên gundewarên rojhilatê Dêrazorê yên li ser sînorê Iraqê-Sûriyê û herêmên din ên Dêrazorê û heta bi rêya giştî ya Reqayê digihîne hev du.

Abdullrehman Dixêfîc bi bîr xist ku dema çeteyên DAIŞ`ê herêm dagirkiribûn zirar gihandibûn rê, da ku li pêşiya pêşveçûyîna QSD`ê di hemleya rizgarkirinê herêmê de bigire.

(eh)

ANHA


Mijarên Din