Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê bi koordîneya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê re, ji bo xelatkirina xwendekarên asta amadehî yên serkeftî yên sala xwendinê ya 2019-2020`an şahiyek li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar xist.

Bi dehan endamên rêveber, mamoste û malbatên xwendekarên serkeftî li  dibistana Şehîd Egîd a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre Hamid Ristem hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê axivî û xwendekarên serkeftî pîroz kir.

Ristem pêwîstiya xwendinê ji bo avakirina civakek demokratîk zana destnîşan kir.

Piştre Gulê Cemo hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Efrînê axivî û behsa astengiyên ku xwendekar tê re derbas bûne kirin.

Gulê tevahiya malbatên xwendekaran spas kir ji ber ku alîkariya zarokên xwe kirin li gel şertên dijwar ku tê re derbas dibin.

Di dawiyê de Komîteya Xelatkirinê, diyarî li xwendekarên serkeftî belav kirin. Navên xwendekaran wiha ye: Firyal Hemo û Sîman Mistefa beşa zanistî û Henîfe Xoca beşa wêjeyî.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din