Komîteya Perwerdeyê li Tebqayê perwerdeyê geş dike

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Tebqayê di nava amadekariyên sala xwendinê ya bê de hewl dide mekanîzmaya perwerdeyê baş bike û pêş bixe û dê materyalên nû derbasî dibistanan bike. Her wiha dê hejmara dibistanan zêde bike û dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re veke.

Di dema derbasbûyî de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê rêzecivîn bi şêniyan re li dar xistin da ku materyalên nû ku li şûna materyalên xweser ku di sala 2018`an de hatibûn dayîn, şîrove bike.

Li herêma Tebqayê komîteyê zêdetirî 14 civînên berfireh bi Meclisa Sivîl a Tebqayê, meclisên gundewaran û şaredariyên girêdayî herêma Tebqayê re li dar xistin da ku ji şêniyan re stratejiya sala xwendinê ya bê û pêngavên girîng ku dê biavêje ji bo ku warê perwerdeyê bi pêş bixe, li gel zêdebûna hejmara xwendekaran û mamosteyan, şîrove bike.

Têkildarî cudabûn û nuqteyên nû di materyalên xwendinê yên par û îsal de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Henano Xelîfe ji ANHA`yê re wiha axivî: "Materyalê par demkî bûn, ji bo ku xwendekar ji xwendinê qut nebin. Ev materyal agahiyên hêsan ku xwe dispêre fêrbûna xwendekaran bêyî mamoste û dibistanan di nav xwe de dihewand. Lê materyalên Rêveberiya Xweser ên ku ji bo sala bê hatine pêşniyarkirin dê xwedî zanisteke baş bin û li gorî hemû astên perwerdeyê bin."

Desteya Perwerde û Fêrkirinê di encama pêşniyarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di civînên meclisên sivîl de ku materyalên sabit ji xwendekaran re bêne peydakirin, hewl da materyalên xwedî naverokên guncaw ji tevahiya astên xwendinê re amade bike.

Têkildarî planên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Henano Xelîfe wiha axivî: "Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê plan ji bo perwerdekirina mamosteyan li ser materyalê Rêveberiya Xweser beriya sala xwendinê ya nû danî. Heger ev matreyal hate erêkirin, li rex perwedekirina mamosteyan di dema Havînê de, komîteyê bernameya perwerdeyan li ser du beşan danî. Ya yekemîn ji 6`ê Tebaxê dest pê bike û15 rojan dewam bike. Armana wê jî, amadekirina mamosteyên ku berê hatine erkdarkirin."

Girêdayî dewreya duyemîn Henano Xelîfe destnîşan kir ku ew  dê di heman dîroka dewreya yekemîn de dest pê bike. Lê 500 mamosteyên nû yên ku di li gorî pêşbirgekê hatine qebûlkirin, dê tev li vê dewreyê bibin. Da ku li ser stratejiya xwendinê û rêbazên wanedayînê yên beşî perwerde bibin.

Henano Xelîfa der barê qutkirina ku di nava çend mehên derbasbûyî de ji ber tedbîrên pêwîst ên ku Rêveberiya Xweser li hember Koronvîrusê girtine, Henano Xelîfa got: "Komîteyê qet rewşa xwendekarên ku di sala borî de ji ber pandemiyê ji xwendinê qut bûne, paşguh nekir. Ji ber wê mamosteyan dê di meha yekemîn a sala xwendinê ya bê de perwerdeya ku li ser xwendekaran çûye, ji nû ve bidin wan. Da ku xwendekar kêmasiyên xwe derbas bikin.”

Di nava plan û projeyên Komîteya Perwerdeyê de û weke pêngavekê ji bo zêdekirina xwendekarên di dibistanan de, komîte hewl dide gelek dibistan li Tebqa û gundewarê wê restore bike û ji bo sala xwendinê ya bê bi temamî amade bike.

Li gorî hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Henano Xelîfe, hejmara mamosteyan di sala xwendinê ya nû de dê bigihêje 2 hezar û 300 mamosteyan û hejmara dibistanan jî dê bigihêje 220 dibistanan da ku nêzî 56 hezar xwendekaran ji Tebqa û gundewarên wê pêşwaz bike.

)bx)

ANHA


Mijarên Din