Komîteya Parastina Zeviyan a Şehbayê bi derfetên kêm dixebite

Tevî derfetên kêm û nêzîkbûna zeviyên çandiniyê ji herêmên dagikirî re, Komîteya Parastina Zeviyan a kantona Şehbayê li ser karê xwe ye, komîteyê ta niha gelek şewat vemirandin.

Bi nêzîkbûna mewsimê çinîna ceh û genim re, Rêveberiya Xweser a kantona Şehbayê Komîteya Parastina Zeviyan ji Şewatan ava kir.

Rûberek berfireh a zeviyên genim û ceh li beramberî herêmên Efrînê yên ku ji aliyê leşker û çeteyên Tirkiyê ve hatine dagirkirin in. Hêzên dagirker gelek caran bi zanebûn agir bi zeviyan dixin.

Komîte Parastina Zeviyan ji Şewatan beriya du hefteya hatiye avakirin. Komîte ji endamên Meclisa Kantona Efrînê, Desteya Şaredariyan û Komîteya Çandiniyê pêk tê.

Komîteyê bi koordîneya komîteyên şaredarî û çandiniyê dest bi karê xwe kiriye. Bi şêniyan re têkiliyan çêdike û wan ji xeteriyên şewata ku leşkerên Tirk û çeteyên wê derdixin hişyar dike. Her wiha mekanîzmeya rêgirtina li ber şewatan nîşanî wan dide.

RÛBER FIREH E, LÊ ALAV KÊM IN

Berdevkê Komîteya Parastina Zeviyan ji Şewatan Mihemed Ebo got: "Hejmara alavên komîteyê ji tirêks û erebeyên agirkujiyê li beramberî rûbera çandiniyê kêm e. Lê komîte alavên heyî li herêmên çandiniyê belav kirin, da ku bi lez desterdana şewatê bike.”

ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ DI DEMA VEMIRANDINA ŞEWATAN DE GULEYAN BERDIDIN

Ebdo diyar kir ku rûberek mezin a zeviyên çandinî li beramberî herêmên dagirkirî ne, ev îhtîmala şewata bi zanebûn zêde dike.

Ebdo bi domdarî got: "Komên çete beriya hefteyekê agir berdan daristanên di navbera gundên Soxanekê û Eqîbe yên navçeya Şêrawayê. Her wiha zeviyên çandiniyê yên di navbera gundê Hesiyê û Semoqa yên kantona Şehbayê şewitîn. Alav û erebeyên agirvemirandinê şewat vemirandin, lê ji ber nêzîkbûna zeviyên çandiniyê ji herêmên dagirkirî re û tirsa ji gulebarana çeteyan û kêmbûna alavan dihêle ku vemirandina şewatê dereng bimîne, lewra rûbereke fireh şewitîn.

Mihemed Ebdo bang li şêniyan kir ku bi komîteyê re bibin alîkar da ku zevî ji şewatan werin parastin.

ANHA


Mijarên Din