Komîteya nîqaşkirina darizandina DAIŞ’ê hat avakirin

Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhlatê  Sûriyê ji bo nîşqaşkirina mijarên qanûnî yên girêdayî çawaniya darizandina çeteyên DAIŞ‘ê û avakirina têkiliyêan bi aliyên derve re, komîteyek ava kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya pêngavên xwe yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de bi hezan çete girtin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir.

Li gorî rayedarên Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di girtîngehên Rêveberiya Xweser de 6 hezar çete hene. Piraniya wan ji 50 dewletên biyanî yên Ewropa û Asyanyê ne. Heta niha civaka navdewletî ti bersiv nedaye banga Rêveberiyê.

Wekî mafekî rewa û qadûnî li gorî zagonên navdewletî Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyek ava kir. Erka vê komîteyê ew e ku li ser çawaniya darizandina çeteyên DAIŞ‘ê bi awayekî edaletî li gorî qanûnên navdewletî û belgeyên qanûnên mafên mirovan lêkolîn bike. Her wiha li ser mijara darizandina çeteyan, bi aliyên derve re bikeve nava têkiliyan.

Komîte ji 7 parêzeran pêk tê û li gorî qanûnan dest bi erka xwe kirine.

Parêzer Mehmûd Xelo yek ji endamên komîteyê ye diyar kir ku sûcên çeteyên DAIŞ‘ê kirine li dijî hemû qanûnên navdewletî û mirovî ne.

Xelo got: “Piştî têkçûna DAIŞ‘ê, em di aliyê qanûnî de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê ketin tevgerê. Ji ber hejmarek mezin a çeteya di girtîngehên Rêveberiya Xweser de ne û divê werin darizandin. Wan çeteyan li dijî mirovahiyê sûcên hovane kirine."

Mehmûd Xelo di berdewama axaftina xwe de got: "Me dît ku avakirina komîteyekê ji bo nîqaşkirin û sererastkirina hin mijarên qanûnî girêdayî dadgehkirina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî pêwîst e. Tiştek girîng e ku qanûnên di sala 2014‘an de derketine, qanûna girêdayî cezeyan, çawaniya darizandina çeteyan dîsa di ber çavan re werin derbaskirin. Şekil û sîstema dadgehê bêne diyarkirin."

‘Divê di nava dadgehekê de du dadgeh werin avakirin’

Parêzer Mehmûd Xelo destnîşan kir ku divê du dadgeh di nava dadgehekê de werin avakirin û wiha pê de çû: “Dadgeha temyîr û dadgeha berdewamkirin (Istînaf). Herdu dadgeh pêwîst in, em li bendê ne ku Meclisa Giştî ya Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî qanûnî erê bike. "

Têkildarî nîqaşên darizandina çeteyên DAIŞ‘ê Xelo got: “Ji bo qanûnên darizandina çeteyan nîqaşên berfireh têne kirin. Divê ev qanûn li gorî qanûnên navdewletî bin.”

‘Divê dadgeheke hevpar bi dewletên Koalîsyona Navdewletî re were avakirin’

Parêzer Mehmûd Xelo bal kişnad ku heger dadgeheke navdewletî were avakirin wê astengî hebin û wiha domand: "Helbet heger dadgeh were avakirin jî wê gelek astengî di aliyê qanûnan de hebin. Lewre, divê qanûnên wê li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî bin. Di vir de jî divê îtîraf bi Rêveberiya Xweser re were kirin. "

Xelo axaftina xwe wiha domand: "Ji bo avakirina dadgehê ji hêla me ve gelek kar û xebat hatine meşandin. Em dikarin dadgeheke hevbeş bi hevkariya dewletên Koalîsyona Navadewletî ya li dijî terorê ava bikin. Ew jî dikarin bi me re di avakirina vê dadgeha hevbeş de bibin alîkar. Lê ev têrê nakê. Ji ber heger me cezayê girtina 10 salan li çeteyekî DAIŞ‘î bi eslê Rûsî birî, gelo piştî 10 salan wê welatê wî qebûl bike wî vegerîne. Ji ber vê yekê me gelek caran bang li welatan kirine ku bila werin welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de li gel Rêveberiya Xweser werbigirin û wan darizînîn. "

Mehmûd Xelo diyar kir ku komîteya hatî avakirin bi gelek aliyên derve re hevdîtin pêk anîn û got: “Mijarên qanûnî hatin nîqaşkirin. Hevdîtin erênî bûn û hîna jî didomin.”

Derbarê derengmayîna avakirina dadgehê parêzer Mehmûd Xelo ev tişt got: "Hin welatan hejmarek welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de birin. Lê ev tenê ne çareserî ye, ji ber ku van çeteyan li herêmê me sûc kirin. Divê bêne darizandin  û li ser sûcên ku kirine bêne cezakirin."

Mehmûd Xelo bi bîr xist ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê çeteyan, hatin kuştin, serêjkirin û koçberkirin. Xelo pirsî "Ma dibe ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vir biçin heta Kazaxistinê an jî Rûsya û şîkayetên xwe rakirin dadgeha darizandina çeteyan?”

Parêzer Mehmûd Xelo girîngiya avakirina bi lez a dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyan dûbare kir û got: "Xeteriya wan hîna li herêmê bi dawî nebûye. Ev xeterî dê raste rast bandorê li giştî cîhanê bike. Bi hezaran girtî li gel Rêveberiya Xweser in, ku şereke li herêmê rû bide, dibe ew girtî mîna bombeyekê biteqin."

(es/lc-bb/bm)

ANHA


Mijarên Din