Komîteya navbeykar îro dê belgeya hevpeymanê radestî aliyên li Sûdanê bike

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî got komîteya navbeynkar îro bi şahiyekê dê hevpeymana ku li ser bingeha wê dê sazûmaniya desthilata demkî were avakirin, da ku berî dema mohrkirina dawîn were sererastkirin, radestî aliyên peywendîdar bike.

Tora Erebiye ragihand ku berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê halê belgeyê yê dawîn a hevpeymana di navbera Deklarasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî de, da ku îro radestî aliyên peywedîdar bikin, ragihand.

Çavkaniyên Sûdanê ragihand ku hevpeymana parvekirina desthilatê ya di navbera Meclisa Demkî û Deklarasyona Hêzên Azadî û Guhartinê de, tê payîn roja pêncşemê were mohrkirin.

Di vê çarçoveyê de duh civîn di navbera Meclisa Leşkerî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de çêkirin û tê de piştî bidawîkirina hevpeymana siyasî destpêkirina rûpeleke nû di dîroka welat de ragihandin. Di heman demê de biryar hate dayîn ku piştî rawestandina xeta înternêtê heta 36 rojan, careke din vegere.

Serokê komîteya siyasî ya meclisê Şems El-Dîn El-Kibaşî piştî bidawîkirina civînê ji çapemeniyê re got belgeya hevpeymanê ya dawîn îro bi armanca sererastkirinê radestî aliyên peywendîdar bibe, da ku were redektekirin û lêvegerandin.

Her wiha rêveberekî Deklarasyona Azadî û Guhartinê Îbrahîm Emîn diyar kir ku serokê leşkerî têkildarî hevpeymana ku wekî pêngaveke nû ye, ji Deklarasyona Azadî û Guhartinê re destnîşan kir.

(eh)


Mijarên Din