Komîteya jinan a Reqayê derfetên kar ji jinan re peyda kir

Komîteya Jinan a Reqayê, destpêka sala borî plan û projeyên pêşerojê danîbû û di du salan de pêk anî. Bi vê yekê komîteyê nêzî 5 hezar derfetên kar ji jinên bajêr û gundan re peyda kir.

Destpêka îsal Komîteya Jinan gelek planên ku berê erê kiribûn, danîn. Komîteyê bi wê yekê xwest bêkariya jinên bajarê Reqayê bi dawî bike û derfetên kar ji wan re peyda bike.

Heta niha komîteyê nêzî 5 hezar derfetên kar ji jinan re peyda kir, ku li gorî wan asta wan a aborî û rewşa jiyanî baştir bû.

Jinên li ser kar disekinin xwest bi wan projeyan, xwe bispêrin hêza xwe û mercên zehmet ên jiyanî derbas bikin.

Tevî derfetên kêm jî, komîteyê zêdetirî 30 projeyên aboriyê yên taybet bi jinan vekir û jinên xizan, hevjîn û dayikên şehîdan, jinên hevserên wan mirine û yên hatine berdan tê de bi cih kir.

Projeyên hatine vekirin, projeyên bazirganiyê û projeyên biçûk bûn. Komîteyê her wiha girîngî da projeyên çandiniyê jî, ji ber ku şêniyên herêmê bi rêjeyeke mezin debara xwe bi çandiniyê dikin û bi vê yekê hem aboriya herêmê pêş dikeve, hem jî alîkariya jinan tê kirin.

Ne tenê piştgiriya jinên Reqayê hat kirin, lê belê jinên koçber ên ji bakur rojavayê welêt û herêmên din ên Sûriyê jî sûd girtin.

Ji bo piştgiriya wan jinan, koperatîf hatin vekirin wekî "koperatîfa Ribûi El-Xeyr" ku tenê çavdêriya jinên koçber ên ji herêmên dagirkirî yên Sûriyê yan herêmên serweriya hikumeta Şamê hatine, dikir.

BI DEWREYÊN PERWERDEYÊ DEST PÊ KIR

Komîteyê di destpêkirina xebatên xwe de, dewreyên perwerdeyê ji bo amadekirina jinan ji beşên cuda re, vekir. Destpêkê hejmareke jinan beşdar bûn, piştre hejmar zêdetir bû û beriya destpêkirina îsal nêzî 5 hezar jin cihê xwe di perwerdeyê de girt.

Îsal, komîteyê gelek projeyên çandiniyê û bazirganiyê ava kir.

Projeyên ku komîteyê girîngiyeke zêde dayê ev in; firin, dikanên şêraniyan, kargehên penêr, sebze, dewreyên tunekirina nezanbûnê û dirûtin.

GIRÎNGIYEKE ZÊDE DAN ALIYÊ ÇANDINIYÊ

Komîteya Jinan gelek projeyên çandiniyê vekir, wekî projeya malên blastîk (hingar). Di vê çarçoveyê de du projeyên mezin li gundewarên bakur û rojhilatê Reqayê û bi taybetî li bajarokên Hikûmiyê û Reqa El-Semra hatin vekirin. Nêzî 155 jinan sûd ji vê projeyê girt.

Her wiha erdên çandiniyê yên li gundewarên başûrê bajêr hatin çandin û nêzî 62 jinên ku di aliyê çandiniyê de pispor, sûd ji vê yekê girt.

PROJEYÊN BERHEMDARIYA AJALAN

Di radeya duyemîn de piştî projeyên çandiniyê, projeyên dispêrin berhemdariyên ajalan hatin vekirin. Komîteyê li bajarokê Hikûmiyê yê bakurê bajêr projeyeke mast û penêr vekir.

Her wiha komîteyê pêşinyar kir ku projeyên girêdayî hungiv li 5 gund û bajarokên gundewarên Reqayê bên vekirin.

Heta niha 610 jinan sûd ji projeyên berhemdariya ajalan girtiye, dê ev hejmar di demên pêş de  zêdetir bibe.

PROJEYÊN TEVN Û TEŞIYÊ

Komîteyê her wiha girîngî da projeyên dirûtin, teşî û tevnê jî ku ev tecrubeya destpêkê bû li bajêr û dê piştre li hin gundan bê vekirin.

Projeyên dirûtinê li taxên Teyar a rojava, Remliyê ya bakur rojhilat û Meşleb a başûrê rojhilatê bajarê Reqayê hatin vekirin.

135 jinan ji vê projeyê sûd girt û karê xwe tê de dewam dikin. Li gorî jinên xebatkar, bi saya projeyê rewşa wan a aboriyê baş dibe.

PROJEYEKE TAYBET

Piştî serkeftina tecrubeyên berê, komîteyê hewl da projeyên taybet li herêmê ava bike. Di vê çarçoveyê de, projeya şêraniyan li Reqayê vekir û proje serkeftî bû. Yekemîn projeyên bi vî rengî yên taybet bi jinan li taxa Qiwetlî ya naverasta bajêr, hat vekirin. Piştre 6 projeyên bi vî rengî ku di nav wan de firin jî hene, li taxên bajêr û gundan hatin vekirin û 60 jin jê sûdê digirin.

DEWREYÊN TUNEKIRINA NEZANBÛNÊ

Di aliyê perwerdeyê de jî, komîteyê bi hevkariya koperatîfan dewreyên tunekirina nezanbûnê li taxên Diriyê, Teyar, Meşleb, Qîtar ên bajêr û li gundên Reqa El-Semra û Cidêda Xabûr a rojhilatê bajêr, vekir.

ASTENGIYÊN DESTPÊKÊ

Komîteyê gelek astengî derbas kir ku piştgiriya jinên Reqayê bike. Endama rêveberiya Komîteya Jinan a Reqayê Feyrûz Xelîl dibêje ku derfetên kêm hişt ku hin proje dereng bimînin.

Feyrûzê wiha behsa astengiyên din kir: "Civakê qebûl nedikir ku jin projeyan bi rêve bibe. Me gelek astengiyên din wekî kêm pisportî û tecrûbeyan dît. Lê belê bi koordîneya bi koperatîfan re me nêzî 2 hezar û 500 jin di beşên cuda de perwerde kir û proje dest pê kirin."

Feyrûz destnîşan kir ku komîteyê destpêkê xwest nêrînên ku karê jinan sînordar dikin, tune bike û wiha domand: "Me serdana jinên astengdar jî kir, da ku em piştgiriyê bidin wan."

PLANÊN SALA BÊ

Têkildarî planên xebatê yên sala bê, Feyrûz wiha got: "Em klûbeke werzîşê ya taybet bo jinan amade dikin. Her wiha em dixwazin navendekê ji bo jinên temenmezin, navendeke bazirganiyê ku hemû pêdiviyên jinan lê peyda dibin û navendeke qanûnî ya têkildarî doz û pirsgirêkên malbatan, ava bikin."

Feyrûz wiha lê zêde kir: "Her wiha dê werşeyên xebatê ji bo jinên rastî tundiyê hatine, bên vekirin. Dê pisporên derûnî û qanûnî cihê xwe di wan werşeyan de bigirin. Dê navendeke tenduristiyê ya taybet bo cotkaran, kargeheke xweliyan jî bên vekirin. Em ê projeyên xwe berdewam bikin û pêş bixin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din