​​​​​​​Komîteya Hundirîn a Tebqayê Nivîsgeha Sicila Sivîl li Cerniyê vekir

Komîteya Hundirîn a Tebqayê Nivîsgeha Sicila Sivîl li navçeya Cerniyê vekir.

Nivîsgeha Sicila Sivîl li naverasta navçeya Cerniyê bi merasîmekê hate vekirin. Gelek şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê beşdarî merasîma vekirina nivîsgehê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec axivî û vekirina nivîsgehê li şêniyên Cerniyê pîroz kir û hêvî kir ku vekirina nivîsgehê gaveke erênî be ku xizmeta gelê herêmê bike.

Dûvre endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Cerniyê Ebulhekîm El-Hisên axivî û got vekirina vê nivîsgehê berhemeke ji berhemên serkeftina rêveberiyê ye ku bi keda şehîdan hatiye vekirin.

Piştre li ser navê Komîteya Hundirîn a Tebqayê hevserokê Gerînendeya Sicila Sivîl a Tebqayê Hemîd Hec Mûsa axivî û ev xal rêz kirin:"Ji bo pêşxistinê em bi dilekî gerim refek û destek in."

Nivîsgeha Sicila Sivîl a Cerniyê girêdaniyê Gerînendeya Sicila Sivîlan a Tebqayê, bi armanca  xizmetê ji derdora 160 gundî re ku nêzî 44 hezar kesî ye bike, hate vekirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/06/16/155631_hmyd-alhaj-mwsa.jpg

Li gorî hevserokê Gerînendeyê Sicila Sivîl a Tebqayê Hemîd El-Hac Mûsa, nivîsgeh dê bi hevkariya hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Sivîl a Cerniye kartên pênasekirinê û kartên malbatî derxîne.

Di dawiyê de dayika şehîd Yehya El-Şiêb(Ebû Xewla) ê ku di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, Xewla Qatûf deriyê nivîsgehê vekir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din