Komîteya Hundirîn a Dêrazorê: Divê xelk guh nede gotegotan

Hevserokê Komîteya Karûbarên Hundirîn a Dêrazorê diyar kir ku piştî bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê aramî û ewlehî li seranserî Dêrazorê misoger bû, hejmara bendên kontrolê hatin kêmkirin û bang li şêniyên Dêrazorê kir ku guh nedin gotegotan.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Hundirîn li Dêrazorê, Basim El-Letîf da xuyakirin ku piştî zêdebûna operasyonên ewlekarî yên hevbeş, di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)de li herêmên cuda yên Dêrazorê û girtina gelek şaneyên DAIŞ`ê komîteyê biryar ku hejmara bendên kontrolê kêm bike.

Basim El-Letîf piştrast kir ku operasyonên ewlekariyê berdewam in, Hêzên Ewlekariya Hundirîn her tim amade ne ku şaneyên DAIŞ'ê bigirin.

El-Letîf gotegotên ku hin dezgehên ragihandinê der barê ketina hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê de belav dikin, ne rast in û armanca wan belavkirina fitneyê di nav gel û hêzên ewlekarî û leşkerî de ye.

El-Letîf piştrast kir ku divê şêniyên Dêrazorê guh nedin gotegotan, divê baweriya xwe bi hêzên xwe yên ewlekarî û leşkerî xurtir bikin.

ANHA


Mijarên Din