Komîteya Fêrkirinê ya Tebqayê amadekariyên sala bê dike

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebaqyê hewl dide bi rêya perwerdekirina mamost û amadekirina hejmareke ya dibistanana asta perwerdeyê li herêmê xurt bike.

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Tebqayê bi armanca pêşxistina rewşa perwerdeyê li herêmê di nava kar û xebatê de ye. Di vî warê de komîteyê perwerde da 2 hezar û 340 mamosteyî. Di perwerdeyê de mamoste waneyên bîrdozî, rêbazên dayîna perwerdeyê û danûstandinê bi xwendekaran re, dibin.

Dewreya perwerdeyê ya bi herdu beşên wê îdeolojî û metodî di 9‘ê Hezîranê bi tevlêbûna  2 hezar û 340 mamosteyî destpê kirin. Dewreya yekemîn nêzî 2 hezar û 250 mamoste ji tevahî branşan beşdar bûn.

Mamoste waneyên metaryalan li 78 dibistanên herêma Tebqa û gundewarên wê dibînin.

Di waneyên metaryalan de mamsote semîneran li ser rêbazên dersdayînê, piştgiriya derûnî û çawaniya danûstandina bi zarokên biçûk re didin. Her wiha jî semîner li ser zimanê Erebî ku tê de waneyên rêziman, rênûs û rêbazên dersdayînê yan jî pedagolojî hene tên lidarxistin. Li aliyekî din zimanê Ingilîzî, madeyên civaknasî, zanistî, bîrkarî û madeyên weke muzîk, şêwekarî  û werzîş jî tên dayîn.

Derbarê waneyên fikrî û îdolojî de jî mamoste waneyên; girîngiya perwerdê, rexne û rexnedayîn, têgeh, çand û exlaq, şerê taybet, dîroka jin, rêbaza xîtabê, paratina rewa û neteweya demokratîk distînin.

Ji bo pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê bi piştevaniya Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê dest bi xebata sererastkirina 10 dibistanan li Tebqa û gundewarên wê kir. Ev dibistan di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê hatibûn wêrankirin. Her wiha komîte cilên xwendinê yên yek, pirtûkên dibistanan û bi taybet ên refa yek amade dike.

Di warê çawaniya birêxistinkirina dibistanan de endamê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Tebqayê Hesen Mehmûd got: “Dê ji her xwendekarekê/î re nasnameya dibistanê bê çêkirin. Her wiha jî dê sîstema wekaletê (hevpeyman) ya mamosteyan jî da ku cihê vala yên awarte weke rewşa zarokanînê bê dagirtin, aktîv bikin.          

Dewre dê 7’ê Tebaxê bi dawî bibin. Piştre dê mamoste derbasî ezmûna nivîskî ya van madeyan (erebî, ingilîzî, bîrkarî, zanyarî û werzîş ) bibin. Dûvre belge sererast bibin û mamoste ji bo sala bê ya xwendinê ku dê dewama rêveberiyê di 1’ê Îlonê de dest pê bike, bên erkdarkirin. Da ku xwendekar bên qeydkirin û mamosteyên nû hatine erkdarkirin ferz bibin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din