‘Komîteya destûrî encama lihevkirina "Garantorên Astanayê" ye‘

Şîrovekerê siyasî Xorşîd Delî got: " Komîteya destûrî encama lihevkirina berjewendiyên Garantorên Astanayê ye û Guterres biryara navdewletî ya bi hejmara 2254 a beşdarkirina çînên gelê Sûriyê di çareseriya siyasî de binpê kir. "

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja Duşemê avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê ragihand. Komîteya behsa mijarê nûnerên herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku zêdetirî 5 milyon kes lê dijî di nav xwe de nagire. Komîteya bingehîn a destûra Sûriyê ya piştî çend rojan ji civîna welatên "Garantorên Astanayê" ya li Enqereyê hate avakirin.

Tê gotin ku dê li ser mekanîzmeya pêkanîna destûrê nakokî derkevin, ji ber ku rejîma Sûriyê jinûve nivîsandina destûrê yan jî pêkanîna guhertinan di rewşa siyasî ya welêt de red dike. Ev jî gelek pirsên girêdayî pêşrojê vê komîteyê dide pêş. Li ser vê mijarê pispor û şîrovekerê siyasî Xorşîd Delî ji ANHA‘yê re nirxandin kir.

Guterres biryara navdewletî ya berê binpê kir

Di destpêka hevdîtinê de Delî got: "Avakirina komîteya destûrî gaveke girîng ku aloziya Sûriyê veguhezîne pêvejoyek nû, yanî ji pêvajoya berbijarka leşkerî ber bi vedîtina çareseriyên siyasê ve bibe. Lê diyar e ku şeklê vê komîteyê ketiya bin bandora ajandeyên herêmî û navdewletî û ne ku nûnertiya vîna tevahiya çînên gelê Sûriyê dike. Xwendinek besît ji navên her sê lîsteyên ku rejîm, opozîsyon û civaka sivîl temsîl dikin re, me didin pêşiya rastiyek bedbext, ji ber ku hêzên çalak ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîtyê hatine dûrxistin, yanî Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriye Demokratîk û hindek hêzên din ên herêmê. Herêmên ku dikevin bin kontrola van hêzan derdora ji sedî 30 ji rûbera Sûriyê ye, di wan herêman de derdora 5 milyon sûrî dimînin."

Delî wiha domand: "Ya xerîb ew e ku Sekreterê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres ê ku ragihandiye ku aliyên aloziya Sûriyê gihaştine lihevkirinekê, ev doza girîng paşguh kiriye. Bi vê yekê biryara navdewletî ya bi hejmara 2254 a beşdarkirina tevahiya çînên gelê Sûriyê di çareseriya siyasî de binpê kir. Her wiha bêdengiya Ewropa û Amerîka li hember avakirina mîna vê komîteyê xerîb e, ji ber ku li dewletên bi bandor in." 

Nêrîna rejîm û opozîsyonê yên girêdayî erkên komîteyê ji hev cuda ne

Têkildarî hebûna derfeta ku ev komîte bibe gava yekemîn a çareserkirina aloziyê Sûriyê Delî got: "Di rastiyê de dijware mirov bêje ku karê vê komîteyê dê bibe deriyê çareseriya aloziya Sûriyê. Karê komîteyê di diyarkirina gavên siyasî de ji siyasî zêdetir teknîkî ye. Her wiha nêrîna rejîmê û opozîsyonê girêdayî kar û erkên komîteyê ji hev cuda ne. Rejîm behsa destûra heyî û pêkanîn guhertinan dike. Ji aliyê xwe ve opozîsyon behsa destûreke nû dike. Rejîm behsa rola saziyên sûrî mîna meclisa gel di erêkirina encamên komîteyê de dike û opozîsyon wî tiştî qebûl nake, her wiha qebûl nake ku encamên karê komîteyê bi saziyên Şamê ve werin girêdan. Rejîm jî dibîne ku têkiliya komîteyê di guhertina siyasî de tune ye, lê opozîsyon dibîne ew kar bingeha erkên komîteyê ye. Di karê komîteyê de li ser asta gelek mijar, erk, mekanîzma, dem û gelek mijarên bingehîn ji bo serkeftina komîteyê gumanên mezin hene."

Komîte encama lihevkirina berjewendiyên "Garantorên Astanayê" ye

Girêdayî dûrxistina nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi taybet gelê Kurd ji komîteyê, Delî got: "Komîteya destûrî ya bi vê rêbazê encama lihevkirina rûsî, tirkî û îranî ye. Ev lihevkirin bi destpêkirina  xeta Astanayê re destpê kir heya bighêje lûtkeya dawîn a di navbera serokên her sê dewletan de li ya Tirkiyê pêk hatî. Ya ka balê dikşîne ew e ku ragihandina temamkirina avakirina komîteya destûrî di vê lûtkeyê de hat. Yanî beriya hefteyekê ji ragihandina avakirina komîteyê ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY`yê ve. Ev jî rola wan dewletan di amadekirina şeklê vê komîteyê de tekez dike. Ya ku cihê xwe di lihevkirina wan dewletan de girtiye, berjewendî ne û lihevkirinên wan li gorî siyast û peymanan e, ne li gorî mafên gelan e. Dema behsa mafên gelan tê kirin divê mirov bêje berjewendiyên wan dewletan û peymanên wan her tim li ser hesabê gelê Kurd û hêviyên wî yên rewa bûn. Bi taybet ji ber ku Rûsya û Îran li hember siyaseta Tirkiyê ji bingeha berjewendiyên dualî ve û nakokiyên bi rêveberiya Amerîkayê re nasekinin. Yanî nabe ku mirov bêje di avakirina komîteyê de hêviyên gelê kurd wek pêkhateyek bingehîn û dîrokî ji gelê Sûriyê di ber çavan re hatiye derbaskirin."

Delî ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Di vir de divê em destnîşan bikin ku Kurd bi xwe berpirsê vê rewşê ne. Ji ber parçebûna wan, neyekrêziya mala kurdî û girêdana hin aliyan bi hêzên herêmî ve. Mîna rewşa Encumena Niştîmanî ya ku ketiya bin banê îtîlafa sûrî û ya ku rejîma Tirkiyê wek lêvegereke siyasî di danûstandinan de bi kurdan û mafên wan re ji xwe re dihesbîne. Di vir de ez ji encumenê pirs dikin gelo dê çi ji endamtiya îtîlafê qezenc bike madem hebûna wê di komîteyê de hema bêje sifir e?" 

Nenûnertiya Rêveberiya Xweser ne dawiya rê ye ji ber ku ev komîte bi ser nakeve

Têkildarî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gotibû ev destûr wan alaqedar nake, Delî wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser di encama valahiya ku li bakur û rojhilatê Sûriyê de ji ber şer çêbûye û pêwîstiya parastina herêmê ji terora DAIŞ`ê û gelek rêxistinên terorîst ên din hate avakirin.  Rêveberî di birêxistinkirina karûbarên wan herêmê de û birêvebirina têkiliyan di navbera pêkhatiyên wê de bi serket. Her wiha tecrubeyek siyasî û xweser bêyî ku em li neyînî û erêniyên wê binêrin pêşkêş kir. Ev rêveberî dibîne ku ji mafê wê ye tev li amadekirina her destûrek sûrî ku wê qebûl dike bibe. Ji ber ku ew mafê wê di tevlibûna jiyana siyasî ya sûrî de misoger dike."

Di dawiyê de Delî got: "Dema rêveberî ji ber hîmek herêmî bi taybet vetoya tirkî ji komîteyê tê dûrxistin, mafê wê ye ku bêje encamên wê komîteyê wê alaqedar nake. Tevî wê jî dibe ku zext li ser wê zêde bibin. Lê ev nayê wateyê ku dawiya rê ye. Karê siyasî ya diplomasî di pêvajoya bê de gelek girîng e. Bi taybet li gel texmînên ku destnîşan dikin ku komîte di çarçoveya nankokiyên di nêrînan de û astengiyên ku rastî wê tên wê bi sernekeve. Ya din jî divê mirov helwesta Amarîka ji karê vê komîteyê baş bişopîne, bi taybet li gel israra amerîkî ku Cinev bibe lêvegera tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din