‘Komîteya destûrê di aliyê siyasî û exlaqî de ne rewa ye’

Nivîskar û akademisyenê ji Sûriyê Muhîb Salha got komîteya destûrê ya ku hatiye ragihandin, di aliyê siyasî û exlaqî de ne rewa ye û îradeya gel temsîl nake, ji ber vê yekê fikar hene encamên krîtîk bi xwe re bîne. Salha bang li Rêveberiya Xweser kir ku diyalogên navxweyî pêk bîne ku nexşerêyekê deyne ku bikare li hemberî nêzîkatiyên derve yên ku aloziyê çareser nakin, bibe bersiv.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres roja duşema borî avakirina komîteya bingehîn a destûra Sûriyê ragihand, piştî ku welatên "garantorên Astanayê” Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser li hev kiribû. Ev komîte hemû aliyên Sûriyê di nav xwe de nahewîne.

Li ser vê mijarê nivîskar û akademîsyenê ji Sûriyê û mamosteyê aboriyê Muhîb Salha bersiva pirsên ajansa me da.

*Gelo komîteya destûrê ya ku di civîna Soçiyê de sala 2018‘an li ser li hev kiribû, dikare bibe dergehê çareserkirina aloziya Sûriye yan gaveke bi îdiaya serkeftineke sexte ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve ye?

Di 30‘ê Çileya 2018‘an de heyetek ji Sûriyê ku hejmara wan hezar û 500 kesî derbas kiribû, bi navê ‘kongreya diyalogên Sûriyê’ li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev kom bûbû, kongre jî ne aktîf bû, tenê civînek di navbera aliyên nêrînên wan ji hev cuda de bû, ku negihîştin lihevkirinê û têk çûn. Ji bo ku dewletên garantor ên kongreyê vê têkçûnê veşêrin, di encamnameya kongreyê de mijara avakirina komîteya destûrê ragihand. Komîteya destûrê ji 150 endaman pêk tê û li gorî 3 aliyan hatiya dabeşkirin; beşek ya rejîmê, yek ya opozîsyonê û yek jî ya civaka sivîl ku dê ji aliyê nûnerê navdewletî yê Sûriyê ve bêne destnîşankirin.

Kongreya Soçiyê mîhrîcaneke xîtabî ku xeta Astanayê li dar xistibû, di aliyê hundirîn de rejîm û opozîsyon wê dinixumîne, qet ne diyalogeke nîştimanî bû ku armanc jê avakirina lihevkirineke nîştimanî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bû. Astanayê jî cihê Cinêvê girt û temenê aloziya Sûriyê dirêj kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji vê pêşketinê ne dûr bû, lê belê pê re bû û gav bi gav dişopand.

Civîna pêncalî ya piştî mîhrîcana Soçiyê mîna peyama îtîrafkirina bi vê gave bû ku projeya destûrê ya ku Moskovê amade kiriye, dike.

Avakirina komîteya destûrê bi hinceta nakokiyên li ser hin navan zêdetirî sal û nîvekî dereng xist, lê sedema rast a vê derengxistinê ew e ku lihevkirina siyasî li ser dosyayên herêma bêçek, mekanîzmaya xebatê ya komîteya destûrê di navbera dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiyê) de tune bû. Di heman demê de lihevkirina siyasî ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de li ser şekl û cewherê çareseriya Sûriyê nebû, li aliyekî din jî nakokiyên siyasî yên Amerîka-Tirkiyê û Amerîka-Îranê sedema vê derengxistinê bû.

Di rewşeke siyasî ya wiha de komîteya destûrê ya sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand, hate avakirin ku di çareserkirina her dosyayek ji dosyayên girêdayî Sûriyê de bi bin ket. Dibe ku ev danezan ji bo razîkirina NY`yê bû beramberî binkeftina wê li Sûriyê, yan jî ji bo razîkirina Rûsyayê be, beramberî vetoya dualî ya Rûsya û Çînê der barê rewşa Idlibê de.

Heger di hefteyên li pêş me de lihevkirina siyasî navdewletî der barê mijara Sûriyê de çênebe komîteya destûrê ji xwarineke… navdewletî û wêdetir tiştek din nebe. Heger dewletên aktîf û yên mûdaxeleker gihîştin çareseriyekê ku berjewendiyên xwe li ser hesabê berjewendiyên nîştimanî deynin wê demê komîteya destûrê ji xwarina keviran zêdetir tiştek din nîn e. Di her du aliyan de tenê ji welatiyên Sûriyê têne xwestin ku bi girîng û pêwîstiya diyalogên navxweyî yên rasteqîn bawer bikin da ku bigihîjin lihevkirinekê.

Heger dewletên Astanayê texmîn dikin ku ragihandina avakirina komîteya destûrê tacîdarkirina serkeftineke xeyalî ye di mejiyê wê de tenê siyasî yê teng de heye, ev pirsgirêka wê ye, nîşaneyeke eşkere ji têkçûna wê ya peydakirina çareseriyên siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re ye, ji ber ku lîstok hîna bi dawî nebûye, her wiha di wê tirsê de ne ku nakokiyên sûriyan û alîgirên wan ên navdewletî derbasî komîteyê bibin û dibe sedema derxistina wê heta zêdetirî sal û nîvekê dirêj bike û di encamê de pêkanîna wê bi salan dereng bike. Ji bilî vê di rewşa Sûriyê de têgeha serkeftinê têgeheke siyasî ye, ne leşkerî ye, ji ber ku her serkeftineke leşkerî heger nezivirin gavên siyasî, doza Sûriyê dê wekî xwe bimîne, dibe ku aloziyên siyasî, leşkerî, aborî û civakî zêde bibin.

*Ev komîte nûnerên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li firehiya ji sedî 30’ê Sûriyê bi cih dibin, di nav xwe de nagire. Gelo em dikarin bibêjin ku ev komîte nûnertiya gelê Sûriyê dike? Anku Guterres biryara Neteweyên Yekbûyî ya girîngiya beşdarkirina hemû nûnerên Sûriyê di vê komîteyê de binpê nake?

Helbet, rêbaza ku li gorî wê komîteyê hatiye erêkirin û avakirina wê cihê fikar û tirsê li gel beşeke mezin ji civaka Sûriyê ku hêvî dike şer bi dawî bibe û dewleteke adil û demokratîk ava bibe, çêdike.

Di aliyê biryardayînê de, ev komîte di kongreyê de hate diyarkirin ku hemû gelê Sûriyê tê de beşdar nebû û nêrîna wê nehate girtin. Di aliyê şeklê komîteyê de dabeşkirina wê li ser sê beşan; ev nêrîna dewletên garantor e ku gelê Sûriyê neçar dikin ku pergala kotayê ya mezheban a ku hinekî dişibe ya Lubnanê an jî pergala kotaya jeopolîtîk a Iraqê qebûl bikin. Xwezaya reng û dabeşkirina komîteyê da xuyakirin ku vebijêrka nîştimanî ya girîng hate dûrxistin û ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê Rûsya, Îran û opozîsyona îslamî ve ku hevbendiya Tirkiyê ve hatiye dabeşkirin. Ev rêgeza gelemperî ya felsefeya destûra Sûriyê ya pêşîn, ku dê ji hêla vê komîteyê ve were pejirandin, ku li ser bingeha dabeşkirina hêzê di nav partiyên navxweyî yên nakok de ye, destnîşan dike.

Di warê destûrê de kevneşopên cîhanî hene. Destûr wekî peymanek civakî ya ku ji derve ve yan jî hêzeke dagirker nayê ferzkirin, lê belê destûr tevgerek nîştimanî-dewletparêz e ku tê de divê hemû pêkhate û pêkhateyên siyasî, aborî, civakî, etnîk, medenî, sivîl, çandî, rewşenbîr, hunerî û teknîk bêne temsîlkirin.

Di encamê de komîte di aliyê qanûnî û exlaqî û siyasî de ne rewa ye, ji ber ku ne li gorî rêgezên qanûnî û ne li gorî rêbaz û pîvanên navdewletî yên tên naskirin, nehatiye avakirin û qet îradeya gel û nîştimanî temsîl nake, her wiha ne jî bi referandumeke demokratîk û ne jî bi diyalogên nîştimanî hatiye avakirin, di encamê de metirsî heye ku encamên krîtîk bi xwe re bîne.

*Tirkiyê hewl da nûnerên Kurdan di vê komîteyê de tune bin û Rûsya, Îran û rejîmê jî bersiva vê yekê da. Gelo ev destûra ku dê were amadekirin, dê demokratîk be û hemû daxwazên gelên Sûriyê pêk bîne û mafên Kurdan mîsoger bike?

Tirkiyê israr kir ku da ku Kurd wekî blokeke siyasî di lîsteya opozîsyonê de tune bin, her wiha bi hevkarên xwe Rûsya û Îranê re xebitî da ku lîsteya NY`yê were dabeşkirin, ji bo ku di komîteya destûrê de hevsengî bi rejîmê re û hevkara xwe Rûsya û Îranê re çêbe. Heta astekê di vî warî de bi ser ket, li hemberî qebûlkirina parên siyasî ya ku wê reşnivîsa destûrê ya ku koma navneteweyî (Astana-Parîs) amade kiriye, diyar bike.

Mirov dikare bibêje di komîteya destûrê de hemû sîtemkarî tê de hazir bû û demokrasî tê de winda bû. Tunebûna demokrasiyê, yek tê wateya ku dewletên ku destwerdan kir û çalak in, red dikin ku dewleteke demokratîk û sekuler di Sûriyê de çêbe, ji ber ku demokrasiya sekuler tekane rêya ku welat wê rizgar bike û bi pêş bixe û ev yek jî zirarê dide van dewletan. A duyemîn, belavbûna hêzên demokratîk û sekuler û windabûna projeyên wan ên siyasî, yan jî lewazbûna wan li hemberî projeyên sîtemkarî, her wiha tunebûna hêzên navneteweyî yên ku piştgiriyê bidin demokrasiya sekuler.

Dûrxistina her pêkhateyekê ji pêkhateyên sereke yên gelê Sûriyê, pêkhateya Kurd an jî ji bilî wan, ji xebata destûrê tê wateya têkçûna vê xebatê, her wiha vegerandina hemûyan li xala destpêkê. Xebateke destûrê ya rasteqîn bi itîrafkirina hemû mafan û her kes metirsiya hev bizanibe.

*Bi nakokiya nêrîna di navbera rejîm û kesên qaşo bi navê opozîsyonê de di komîteyê de, gelo dê komîte pêşketinekê di çareserkirina aloziyê de pêk bîne?

Hin pêşbîn dikin ku pirsgirêka li Sûriyê ne ya destûrê ye wek naverok. Lê belê di pêkanînên wê yên pratîkê de ye. Lê belê ev pêşbînî ya rast e. Di heman demê de jî bangeke tunebûnê ji nexşekirina Sûriyê ji derve ve ye ku jiyana wan a pêşerojê diyar dike. Bi wê re jî destgirêdayî li hember vê nexşekirinê dimînin.

Em tevahî destûr an jî qanûna Birîmer a li Iraqê ya nexşekirina nexşeya Iraqê ya siyasî, aborî û civakî ku bûye cihê guftûgokirinê bi salan, dizanin. Aliyekî dîtir heye ku çarenûsa Sûriyê dihêle di destên derve de be ku tenê dikare pirsgirêka sûriyan a ku nikarin çareser bikin, pêk bîne. Bi wê re jî bihaneyan datînin da ku destûrekê ji Sûriyê re ji derveyî çarçoveyên neteweyî û li dewletên ku destwerdanê dikin, deynin.

Bi nêrîna min, dewletên dagirker, li ser sûriyan bijarteyên xwe ferz dikin. Her wiha jî ji sedemên ku avakirina komîteya destûrê dereng maye, nakokiyên di navbera nêrînên rejîm û opozîsyonê de ye. Ew nakokî jî der barê mekanîzmaya xebata destûrê, serokatiya wê, biryargirtina wê, amadekirina destûreke nû yan jî tenê guhartinên li ser destûra kevn û mekanîzmaya wê de ye.

Çer ku fermî avakirina komîteyê hat ragihandin, dibe ku piranî nakokî pê re biçin. Lê belê dibe ku tenê fen û fûte ji aliyekî yan jî ji her du aliyan ve be. Ji ber bi garantor in ku komîte bê encam e. Ew jî tenê ji bo wergirtina demê ye. Yan jî dibe ku her du alî ji hêla hevalbendên wan ve rastî fişaran hatibin, da ku astengiyên li pêş xebatên destûrê, bê wate bihêlin. Bi taybet piştî ku DYA’yê gef li dewletên di rêveçûna Astanayê de xwar ku komîteya destûrê neyê ragihandin, dê Astana bi bin bikeve, hat. Li gorî van pêşbîniyan, dibe ku dewletên mezin li ser xebateke siyasî ya dijberî Cinêv 1 li hev kiribe û li gorî biryara 2254’an diçe. Di wê demê de ne dûr e komîteya destûrê bibe dika destpêkirina vê xebatê.

*Hûn rola Rûsyayê bi giştî di Sûriyê de û bi taybet di avakirina komîteyê de, dûrxistina Kurdan ji komîteyê çawa dibînin, nemaze ku Rûsya derfeta asmanî da Tirkiyê ku Efrînê dagir bike?

Bêguman destewerdana Rûsya ya di mijara Sûriyê de hemû hevsengiyên siyasî û meydanî û hevbendî guhert û modelên lihevkirina navdewletî ava kir ku li cihan qut dibin û li cihên din jî bi nakok in. Hebûna Rûsya ya li Sûriyê bi têkilyên wê yên xurt bi dewletên herêmê re bi taybet Îsraîlê ve girêdayî ye, ji ber ku bingeha lîstokên wê ya rola navneteweyî ya nû ye ya ku piştî têkçûna Yekitiya Sofiyet 20 salan, winda kiribû.

Piştî ku Rûsyayê hêza xwe li başûr û naverasta Sûriyê xurt kir, giringiyeke mezin da Bakurê Sûriyê û bi rola ku destê wê dighêjin hemû derî biserket. Rojavayê Firatê û Idlibê da Tirkiyê.  Her wiha çavê xwe li kiryarên Tirkiyê yên tetrîkirin û kombûna oposizyona islamî ya çekdar li herêmê û guhartina demografiyê, girt. Di heman demê de, li bejahiya Helebê bi îranê re û li Rojhilatê Firatê bi Amerîkayê re, kordîne kir. Her wiha di lîstokê de bi rola Mastir di avakirina komîteya destûr de biser ket.

Israrkirina Tirkiyê ya nebeşdarkirina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a ku beşa siyasî ya Rêveberiya Xweser e di Astanayê de û dûrxistina wê ji komîteya destûrê, bi nêrîna min li gorî berjewendiyên MSD`ê bû, ji ber ku beşdarbûna wê di nava komîteya destûrê de ya ku taybetmendiyên xwe yên nîştimanî yan jî rewabûnê tune ye û ev yek jî wê  îzolekirina wê di aliyê nîştimanî de kûrtir bike, a duyemîn jî wê dibe ku MSD`ê dixwest tev li komîteyê bibe da ku propagandaya xwe ya Rêveberiya Xweser bike da ku bibe nimûneyeke destûrê ji bo tevahiya Sûriyê.

Lê xwendina rewşa Sûriyê piştî biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, diyar dibe ku Trump mijara Sûriyê bi tevahî radestî Rûsyayê kir li gorî nexşerêya ku min li jor anî ziman, li ser vî esasî normal e ku Rêveberiya Xweser ji avakirina komîteya destûrê were dûrxistin, lê di heman demê de Amerîka dikare ji derveyî komîteya destûrê, nêrîna hevpara xwe MSD`ê jî ferz bike.

Lê ji berjewendiyên Meclisa Sûriya Demokratîk û hemû hêzên siyasî yên demokratîk li herêma Rêveberiya Xweser e ku xeta demokrasiya sekuler a nîştimanî li hemberî xeta paran aktîf bike, ev yek jî bi rêya vexwendina hemû hêz, kesayetên sekuler ji diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo danîna nexşerêyeke sekinandina li hemberî biryarên derve ya ku naxwazin aloziya Sûriyê çareser bikin.

ANHA


Mijarên Din