Komîteya Çandiniyê ya Reqayê ji bo mewsima zivistanê plansaziyek danî

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li gorî plansaziyeke çandiniyê ku ji sedî 70 ji erdên avî digire nava xwe, dest bi ruxsetkirina zeviyên çandiniyê ji bo mewsima zivistanê ya 2020-2021`an û piştgirîdayina cotkaran kir.

Amadekariyên ji bo destpêkirina mewsima çandiniyê ya demsala zivistanê ku ceh, genim û baqleyan digire nava xwe, bi dawî bûn. Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê plansaziya hilberînên demsala zivistanê danî. Plansazî dê ji sedî 70 ji erdên avî bigire nava xwe,  ji sedî 30 ji rûbera mayî jî dê ji bo çandina berhemên çandiniyê yên havînê bê veqetandin.

Li gorî ruxsetên hatine çêkirin, dê semad, tov û sotemenî li cotkaran bê belavkirin. Ji bo her donimek erd dê 35 kg tovê genim bi nirxê 360 lîreyan bê dayîn. Ji bo her donimek erd dê 30 kg semadê yoriya bi 17,5 sentan ji bo her tûrekî bê dayîn, ji her donimeke erd re dê 15 kg ji semadê fosfatê bi 21 sentan ji bo her tûrekî were dayîn. Bi hevkariya Rêveberiya Sotemeniyê ya Reqayê dê mazot bi 75 lîreyên Sûriyê were firotin û ji bo her donimekî dê cotkar 6 lîtreyan ji bo cotkirinê û 15 lîtreyan ji bo avdanê wergire.

Hevsrokê Nivîsgeha Îrşadê ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê endezyar Heyder Mûsa diyar kir ku plansaziya hatiye diyarkirin dê ji sedî 70 erdên avî bigire nava xwe, ji wan ji sedî 55 ji bo mewsima genim e, ji sedî 10 ji bo mewsima ceh e û ji sedî 50 ji bo baqleyan e. Heyder Mûsa da zanîn ku ev plansazî li ser esasê ruxseta her cotkarekî ye û dê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Reqayê alîkariya cotkaran bê kirin.

Têkildarî proseya ruxstekirinê û plansaziya çandiniyê Heyder Mûsa destnîşan kir ku wan ji bo hejmartina erdên ku dê bi hilberînên zivistanê bên çandin, 10 komîte ava kirine. Her wiha diyar kir ku dê ruxset bi rêya komeleyên çandiniyê û Yekitiya Cotkaran a Reqayê bên dayîn. Piştre dê Nivîsgeha Irşadê ruxsetan erê bike û radestî Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ku Rêveberiya Xweser li herêmê 13 navend ji bo belavkirina tovê genim veqetandine.

(eh)

ANHA


Mijarên Din