Komîteya Çandiniyê ji bo tunekirina kurmika Bisêla xebatan dimeşîne

Nexweşiya Bisêla a ku "kurmika zeytûn" ziyanê dide çandiniyê. Ev kurmik kulîlka şintiyê dimêje û nahêle geş bibe. Komîteya Çandiniyê ji bo rêgirtina belavbûna vê nexweşiyê dixebite.

REQA

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ji ber guncewabûna rewşa hawayê ji şilî, baran û germahiyê xwediyên zeviyên zeytûnê ji bo belavbûna nexweşiya Bisêle hişyar kir. Dibe ku ev kurmik bibe sedema paşketina hilberîna zeytûnê.

 Komîteya Çandiniyê hişiyarî da xwediyên zeviyan da ku tedbîrên pêwîst bigirin beriya ku kurmika Bisêle di nav zeviyan de belav bibe.

Girêdayî mijarê endamê Buroya Dermenakirinê ya Komîteya Çandiniyê endezyar Hemûd El-Şerîd got: "Ev kurmik kulîlkên zeviyên zeytûnê dimije û nahêle geş bibe.”

Hemûd El-Şerîd destnîşan kir ku komîteyê cotkar agahdar kirine ku heta 15’ê Adarê zeviyên xwe derman bikin. Her wiha dibe ku cotkar zêdetirî carekê derman bireşînin da ku ji vê nexweşiyê xilas bibin û divê li gorî şîretên endezyarên çandiniyê bixebitin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din