Komîteya Çandiniyê û Dewlemendiya Sewalvaniyê ya Dêrikê amadekariya belavkirina tovê li cotkaran dike

Komîteya Çandiniyê û Dewlemendiya Sewalvaniyê ya herêma Dêrikê ji destpêka vê mehê ve dest dermankirin û bêjingxistina tovên ku dê li cotkaran beriya destpêkirina mewsima çandiniyê bên belavkirin, kir.

Bi destpêkirina mewsima çandiniya bermahiya genim re, komîteya pêşxistin û tovê ya herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, dest bi dermankirin bêjingxistina genim ên bi cureyên ter û hişk û cûreyên wî yên din, kir.

Tovên ter, hişk û tevahî cureyên dîtir têne amadekirin

Komîteyê 600 ton ji tovên genimên ter û hişt amade kirin. Her wiha jî dê 2 hezar – 500 ton ji Dêrik û navçeyên wê re amade bike, da ku di destpêka meha bê de li ser cotkaran belav bike.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê û Dewlemendiya Sewalvaniyê ya Dêrikê endazyar Selah Hemze got ku komîteyê ji destpêka meha bê de genimên ter û hişt, derman kirin û li bêjingê xistin.

Li gorî Hemze, armanc ji dermankirin, libêjingxistinê û belavkirina li ser cotkaran ew e ku ji hêla bazirganiyên ve neyên xapandin. Bi taybet bi belavkirina cureya tovê ne baş li sûkê. Ew jî dê bibe sedema nexweşî û piştre bandorê li berhemê bê kirin.

Pisporên di komîteya pêşxistin û tovê de çavdêriyê li ser xebatên dermankirin û libêjingxistinê dikin, da ku cureya baş ku tê de qirêjî û nexweşî tune be bê misogerkirin.

Xebatên belavkirinê li gor belgeyên sepandinê, peyamana bi komîte û cotkaran re, pêk tên

Hemze tekez kir ku xebata belavkirina tovan li ser cotkaran bi rêya ruxset û belgeyên sepandinê tê kirin. Her wiha divê agahiyên li ser rûbera zeviya ku dê tova jê re guncaw be jî, hebin.

Komîte bi cotkaran re peymaneke ku dê cotkar berhemê derman û semadê di dema wê de pêk bîne, îmze dike. li hemberê jî cotkar garantiya hejmara dayîna tov, semad tûrên dagirtinê bi bihayên guncaw an bi dayîna hêdî hêdî yan jî bi deyna heta çinîna berhemê, dide.

Tovên li sûkan ne li gor başbûn û diyarkirinên çandiniyê ne

Der barê tovên li sûkê, Hemze tekez kir ku ne li gor başbûnan in, ji aliyên baş, cure, dermankirin û paqijbûna wê ve. Ew jî dê bibe sedema nexweşî û kêmbûna berhemê. Komîteyê tekez kir dê tevahî bergiriyan pêk bînin ku tovên ne li gor başbûn û diyarkirinan be, qedexe bike. Li rexê jî misoger kir ku gelek berhemên mewsimên berê bi encama bikaranîna cureyên ne baş ji tovan, zirar dîtin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din