​​​​​​​Komîteya Azadî ji bo Ocalan: PKK`ê ruhê şoreşgerî, welatparêzî û yekitiya netewî xuliqand

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê salvegera 42`an a damezirandina PKK`ê peyamek pîroz kir û got: "PKK erka parastina gelê me daniye ser milê xwe û bûye parêzerê destkeftiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistan û hemû parçeyên din."

Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê peyamek belav kir.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

Em 42’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê, li Rêber Abdullah Ocalan, hemû şehîdan, endam, welatparêz û têkoşerên azadîxwaz pîroz dikin.

PKK weke tevgerek fikrî, civakî, siyasî, gerîlayên azadîxwaz, bi hizir û têkoşîna Rêber Ocalan ji dayîk bûye. Ji roja damezrandinê heya niha, dijî siyaseta xiyanetkar, qirkirin di nava berxwedan û têkoşînê deye.Têkoşîna 42 salan ya PKK’ê siyaseta dagirker têk dibe, gelê Kurd da jiyankirin, bawerî û îradeya rumeta mirovê Kurd bidestxist. Ruhê şoreşgerî, welatparêzî û yekîtiya netewî xuliqand û berxwedan kir rêbaza jiyanek bi rûmet.

Şoreşa PKK’ê şoreşek dijî dagirkerî û zilamsalariyê ye. Ji bo jina azad û civaka azad bûye bingeh. Li hemberî modernîteya sermayedar, modernîteya demokratîk afirand, siyaseta dagirker a faşîst ber bi têkbûnê biriye û derbek mezin li sistema kirêgiran ya çîna desthilatên Kurdistan û aqilê zilamsalariyê daye. Li ser vî bingehî, PKK êdî ji bo civakek exlaqî, siyasî, netewa demokrat û jîngeparêz bûye bingehek heqîqetê. Jina azad li ser asta cîhanê gihiştiye asta pêşengtiya şoreşek hizrî û civakek azad.

Di demek de ku em salvegerê pîroz dikin de, Rêber Ocalan bi komployek navnetewî 22 sale dîl hatiye girtin. Rêber Apo dijî modernetîteya sermayedar, dagirkerî û zilamsalariyê, di bin sîstem û êşkenceyek dijwar de li ber xwe dide, girtîgehê veguherandiye şoreşek hizrî, civakî, çandî û siyasî. Rêber Ocalan ji bo çareserkirna pirsa gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jiyanek hevbeş a azad û wekhev û aştiyane nexşerêyek diyarkir. Ji bo vê yekê jî 22 sale di rewşek herî dijwar de û bin tecrîdê de, ji bo aştî û azadiyê têdikoşe.

Îro PKK di têkoşîna şoreşgerî ya xwe a bihêz û îradeyek mezin de ye,  AKP û MHP’ a faşîst ku di dema xwe ya hilweşînê dene, hewl dide bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistan PDK’ê, komployek metirsîdar li Başûrê Kurdistanê pêkbîne. Ev jî siyaseta Kurd bi Kurda kuştine. Ev komplo ji bo têkbirina gelê Kurd, tevgera azadîxwaz û hemû destkeftiyên gelê meye.

Ji bo vê em vê rastiyê dûbare dikin, PKK weke Tevgerek Kurdistanî dikare li hemû Kurdistanê têbikoşe û berxwedanê bi rêve bibe. PKK erka parastina gelê me daniye ser milê xwe û bûye parêzerê destkeftiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistan û hemû parçeyên din. Ji bo vê em bang li PDK’ê dikin, divê xwe ji vê pîlanên dagirkeran dûr bixe. Xwe ji hemû cûrên şer û tevlîheviya dijî gerîlayên azadîxwaz dûr bixe.”

(cx)


Mijarên Din